Jin li Qada Tehrîrê di hedefa êrîşan de ne

Jin li Qada Tehrîrê di hedefa êrîşan de ne

Li Qada Tehrîrê ya li Qahîreyê ku bûye sembola şoreşa Misirê, di van demên dawiyê de êrîşên li ser jinana zêde bûn. Muxalîf dibêjin ku ev êrîş ji aliyê alîgirên rêberê rûxayî yê Misirê Husnî Mubarek ve pêk tên.

Di van demên dawiyê de çeteyên çekdar ên li derdora Tehrîrê digerin, êrîşê jinên piştgirî didin muxalefetê û jinên biyanî dikin. Wênekêşek Amerîkayî ragihand ku wî dîtiye ku komek êrîşê jinek Danîmarkayî kirine, zilamên Misirî yên li hewara jinê çûn li rastî gullebaranê hatine. Dîsa nûçegihanek Associated Press jî ragihand ku li Tehrîrê jinek din jî bi heman awayî li rastî êrîşê hatiye.

Di hedefa çeteyê de ne tenê jinên biyanî hene. Jinên muxalîf jî li rastî êrîş, tacizên zayendî tên. Roja çarşemê nêzî 50 jinên Misirî li Qada Tehrîrê ya bûye sembola şoreşa Misirê, xwestin zext, tacîz û êrîşên li ser jinan protesto bikin. Jinên ku bi pankart û dirûşiman van pêkanên li seranserê welat li hemberî jinan presto dikirin, di carekê de li rastî êrîşa komek ji nêzî 100 zilaman pêk dihatin kirin. Komê li pasevanan (parêzvan) xwepêşandanê jî xistin û êrîşê jinan kirin.

Di êrîşê de gelek jin birîndar bûn. Jinan di daxuyaniya dan de bal kişandin ser tacîza li welat li hemberî jinan pêk tên.

Li gorî muxalîfan alîgirên Mubarek van êrîşan pêk tînin. Muxalîfan dan diyarkirin ku yekîneyên taybet ên Mubarek di sala 2006 de êrîşên wiha pêk dianîn.

Rojnameya Misirî Bisan Kassab jî nivîsand ku armanca van êrîşan ew e ku nehêlin jin beşdarî protestoyan bibin. Kassab diyar kir ku jin şevê li Qada Tehrîrê tevî zilaman nobet digirin û ev yek jî dibe sedema nerazîbûna muhafezakaran.

Jinên Misirî di xwepêşandan û serhildanên li hemberî rejîma Mubarek de rolek pir girîng leyîstibûn. Lê niha jin di nava gumanê de ne ku Birayên Misilman bibin desthilat û ger bibe desthilat dê zextên li ser jinan zêdetir bibin.