Jin li Kadikoyê hatin ba hev: Ev wisa naçe!

Meclîsa Jinan a HDP’ê di çarçoveya kampanyaya ‘Ev wisa naçe. Jin destûrê nadin’ de li Kadikoyê li Qada Kalkedonê hatin ba hev.

Meclîsa Jinan a HDP'ê, di çarçoveya kampanya "Wisa naçe, jin destûr nadin" de li Qada Kalkedon a Kadikoya Stenbolê kursiya serbest li dar xist. Jinên di çarçoveya kampanya Meclîsa Jinan a HDP'ê de kom bûn, li kursiyê nerînên xwe anîn ziman. Di bernameyê de Parlamenterên HDP'ê Pervîn Bûldan, Fîlîz Kerestecîoglû, Besîme Konca, Aycan Îrmez, Huda Kaya, Dîlan Dirayet Taşdemîr, Feleknas Ûca û gelek nûnerên partiyên siyasî yên jin amade bûn. Li qada ku kursî lê hat danîn jinan pankartên "Em ê Komkujiya Jinan Rawestînin, Jiyanê Azad bikin", “Li dijî cînayetên jinan em di îsyanê de ne" vekirin. Qada kursiyê bi nepoxên mor û sipî yên li ser “Tecrîd wê têk biçe", “Jin wê bi ser bikevin" hatibû nivîsandin hat xemilandin. Jinên li dora kursiyê kom bûn bê navber dirûşmeyên “Mêr lê dide dewlet diparêze", “Ne edaleta mêr, edaleta rastîn" û “Ji tundiya mêr re bes e" û “Bijî piştevaniya jinan", “Jin jiyan azadî”, “Bijî yekîtiya jinan”, "Nevîn Yildirim ne bi tenê ye" berz kirin. Jinan li qadê dîmenên rengîn ava kirin û peyama ku kolanan, şevan û qadan terk nakin dan. Şahiya kursiyê bi stranan a hunermendên NÇM'ê dest pê kir.

DEMÎR: DIVÊ EM JI ŞÎDDET Û ZILMA MÊRAN RE BIBÊJIN ÊDÎ BES E

Di bernameya kursiyê de ewil Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê Esengul Demir, diyar kir ku ji bo ew ji komkujiyên jinan, tacîz û tecawiza li dijî jinan û tundiya li ser jinan tê meşandin bêjin raweste, li vir in. Demîr, anî ziman ku pergala serdest destûr nade mêrê kujer bê cezakirin û rê li pêş cezakirinê digire û wiha got: "Divê em hemû jin li hev kom bibin û ji vê tundî û zilma mêr re bêjin bes e. Rojê herî kêm 3 jin tên qetilkirin. Lê mêrên kujer bên ceza tên hiştin. Êdî dema em bêjin raweste hatiye. Birêz Fîgen Yuksekdag jî got 'Berxwedana li dijî zilmê rûmeta me ye.' Em ê li dijî zilmê li ber xwe bidin.

‘AKP/MHP/CHP WELAT BER BI ŞER VE DIBIN’

Piştî stranên hunermendên NÇM'ê Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Besime Konca, anî ziman ku ji bo xerabiya li wan tê ferzkirin li vir in û wiha got: “Ji bo pêşerojek azad, rojên pêş ên azad û xweş di her fabrîqeyên Stenbolê de çavê jinan heye. Di her fabrîqeyê de ked, deng û gotina jinê heye. Em ê hemû bi hev re vê xerabiya li me tê ferzkirin têk bibin û em ê bi hevre têbikoşin.

‘EM Ê DESTHILATDARIYA MÊRAN BIAVÊJIN SER SERGO’

Konca, destnîşan kir ku meclîsa Tirkiyeyê deriyê xwe di serdema nû de bi şermek mezin vekir û wiha got: “Ji bo azadiyê em bi 6 milyon mirovan vîna xwe hildibijêrin. Lê mixabin Parlamento welat dixe nava şer. Ji bo vê yekê jî tezkereya şer derxist. Îtîfaqa AKP-MHP-CHP'ê tezkere erê kir. Lê diviya bû meclîsê di serdema nû de ji bo rakirina OHAL’ê dawîlêhatina KHK’yan têbikoşiya. Em wekî vîna gel duh li hemberî tabloyek şermê rû bi rû man. Em jin şerê mêran qebûl nakin. Me jinan dît ku li Rojhilata Navîn DAIŞ çawa nêzî jinan dibe. Me dît ku jin çawa tên qetilkirin. Lê îro dewlet û îktîdar vê feraseta paşverû dixwaze li Tirkiye rewa bide nîşandan. Ji ber vê yekê ev kampanya pir bi qîmet û watedar e. Ev wisa naçe jin destûr nadin. Îro li mufretada perwerdehiyê jî dixwazin feraseta mêrê serdest ferz bikin û pêşeroja civakê bê kesayetî bihêlin. Me xwe wekî partiya jinê pênase kir. Em ê feraset û siyaseta mêrê serdest bi feraseta siyaseta jinê ya azadiyê biguherînin. Me ji jinan hêz girt. Ji ber ku me li dijî êrîşan serî netewand, hevserokên me hatin girtin. Wekîl û bi hezaran xebatkarên me hatin girtin. Em dîsa dibêjin wisa naçe. Jin destûr nadin. Îro îktîdara mêrê serdest AKP dibe ku bi hêz be. Ji bo hebûna xwe berdewam bike dibe ku zextan bike. Lê di dîrokê de hemû mêrên serdest ketine binê sergo. Têkoşîn û rêxistina jinan wê feraseta mêr a serdest bavêje ser sergo. Em ê KHK û feraseta îktidarê ji pêş xwe rakin. Ji ber ku em bi feraseta bîrdozî, polîtîk a azadiyê tedikoşin ji me ditirsin. "

Bernameya kursiyê bi axaftina jinên din berdewam kir.