Jin li dijî tundiyê li qadan bûn

Jin li dijî tundiyê li qadan bûn

Bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Piştevaniya Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Hemberî Jinan li Colemêrg, Qoser, Nisêbîn, Sêrt û Edeneyê bi hezaran jin daketin qadan û çalakî li dar xistin.

COLEMÊRG

Pêkhateyên DOKH'ê yên Colemêrgê ji bo balê bikişînin ser 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Piştevaniya Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Hemberî Jinan li çayxaneyên ku lê zilam lîstikan dilîzin ziyaret kirin. Jin bê agahdarî ketin nav çayxaneyan û li wir der barê her cure şîddet û tundiya li ser jinan pêk tê agahî dan.

Jinan destnîşan kir ku li cihê ku zilam di çayxaneyan de okey bilîzin bila biçin li gel hevser û malbatên xwe alikariya wan bikin û tundiya li ser jinan bi dawî bikin. Zilamên ku okey û bi kaxizan dilîstin jî lîstikên xwe nîvçe hiştin û bi baldarî axafina jinan guhdar kirin. Her wiha jinên ku tundiya li ser jinan pêk tê vedigotin ji aliyê zilaman ve bi çepikan hatin pêşwazîkirin.

QOSER

Li Qosera Mêrdînê bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Piştevaniya Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Hemberî Jinan nêzî 2 hezar jin ji otogara navçeyê heya qada azadiyê meşiyan. Di meşê de pankartên "zîhniyeta jinan qetil dike wê bi rihê berxwedana Kobanê bêjin raweste!", "Jin jiyan azadî", "li hemberî tundiya jinê na" hatin hilgirtin.

Li ser navê çalakavanan hevşaredara Qoserê Leyla Salman axivî, Salman bal kişand li ser kuştina jinan û wiha got: "Her roj 5 jinên bê guneh têne kuştin, her roja diçe tundiya li ser jinê zêde dibe, ji vê tundiyê zarok ji para xwe digrin." Salman diyar kir ku di hemû şer û pevçûnan de destpêkê jin û zarok para xwe jê digrin. Li Şengalê jin bê parastin girtin, xwestin bi heman şeklê li Kobanê jî bi dest bixin, lê belê rastî jinên berxwedêr û azad hatin. Jinên azad bersivek baş ji bo çeteyên DAIŞ'ê û hevkarên wan dan.

Piştî axaftinan jinên navenda çanda Şehîd Elî Temel bi stran û erbaneyan govend gerandin.

NISÊBÎN

Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê ji bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Piştevaniya Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Hemberî Jinan, jinên KESK'ê, jinên meclîsa Nisebînê li Parka Aştiyê  daxuyaniyek dan çapemeniyê. Daxuyanî ji aliye endama meclîsa KESK'ê Sema Gokikim ve hate xwendin, Gokikim diyar kir ku di sedsala 21'an de trajediya hate serê jinan di destpêkê de li Şengal, Rojava, Filistinê û tevahî Rojhilata Navîn trajediya hate serê jinan e.

Piştî axaftinan ji bo balê bikişinîn ser tundiya li hember jinan şanoyek hate temaşe kirin.

SÊRT

Li Sêrtê di çarçoveya şahiyên 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Piştevaniya Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Hemberî Jinan, ji aliyê aktivîstên Tevgera Jinên Azad û Demokratîk (DOKH) û jinên KESK'ê panel salona Şaredariya Sêrtê ve hate li dar xistin.

EDENE

Platforma jinan ya Edeneyê li Parka Ataturk hatin ba hev roja 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Piştevaniya Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Hemberî Jinan daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankartên "Li hemberî kuştina jinan em di îsyanê de ne", "Jin jiyan azadî" hatin hilgirtin. Li ser navê Platforma Jinan a Adana Kader Duman axivî, Duman anî ziman ku her roj jin li hemberî tundiya zilam tên û tên kuştin.

Piştî axaftinanajinan bi dirûşm û tilîliyan çalakiya xwe bi dawî kirin.