Jin li dijî tacîz û tecawizê meşiyan
Jin li dijî tacîz û tecawizê meşiyan
Jin li dijî tacîz û tecawizê meşiyan
Jinên Sêrtî li dijî tacîz û tecawizê meşeke bêdeng li darxistin. Li Sêrtê gelek jinên ku di pêşengtiya DOHK’ê de gihan hev, li dijî îstismara zayendî ya li Sêrtê li dijî zarokan hate kirin bi meşeke bêdeng berteke xwe nîşandan.
Girseya ku li ber avahiya BDP’a bajar hatin gel hev û di nav de Serokê BDP’a Bajar Mehmet Ata Înan, Şaredarê Sêrtê Selîm Sadak, Şaredarê Misircê Necat Yilmaz, Şaredarê Dihê Melîh Oktayi, rêveberên bajar û navçeyan ên BDP’ê, ÎHD, KESK, Odeya Tabîban, Belediye îş, TUHAD-DER, MKM, Meclisa Aştiyê ya Sêrtê, Navenda Piştevaniya Jinan ya Berfîn, MEYA-DER, nûnerên Bajar ên HDP’ê jî heyî, ji vir ber bi Navenda Kar ya Kizilayê ya li ser Rêya Gureş meşiyan. Di meşê de pankarta “Li hemberî tacîz, tecawiz, îstismara zayendî bêdeng mayîn, hevkariye” vekirin.
Piştî meşê daxuyaniya çapemeniyê hate dayîn û aktîvîsta Tevgera Jinên Azad û Demokratîk (DOKH) Eda Kîlîs da diyarkirin ku, ew bûyera dawî ya îstismara zarokan ku navê alîkarê Şaredarê Sêrtê jî ketiye nav bi tundî şermezar dikin û balkişande ser ku ev nêzî 6 mehe hêzên ewlekariyê temaşe dikin û tu xebat jî li ser nedane meşandin. Çavê xwe lêgirtine qasî kiryarê bûyerê ew jî gunehbarin. Weke DOKH zemînê siyasetê, netew, nasname, baweirya û statûya wî çi be bila ew be, ew dê li dijî her cûre îstismarên li hemberî jin û zarokan tekoşîna xwe bilind bikin û bertekên xwe nîşan bidin.
Kîlîs da zanîn ku, “Êdî em mafê xwe naterikînin nav destê rêxistina qirêj, zalim û qurnaz ya zilamtiyê ku dewlete. Em dê di şexsê jinê de civaka azad dê li her derê biparêzîn, weke di rastiya dîroka jinê de bûyî, em dê bikin hêza pêşeng ya lokomotîfa civakbûyîna ekolojiyê. Di vê wateyê de bi zanabûna jin jiyane, nêzîkbûna li hemberî jinê nêzîkatiya li hemberî xwezayê ye, nêzîkatiya li jinê nêzîkatiya li jiyanê ye.” Piştî daxuyaniyê çalakî bidawî bû.