Jin li dijî destavêtinê maskeya çêlekan dixin serê xwe

Li Hîndîstanê ku her sal destdirêjî û destavêtin li deh hezaran jinan tê kirin, jinan dest bi kampanyayeke balkêş a protestoyî kirin.

Li Hîndîstanê beriya niha bi çend rojan du zarokên keç piştî destavêtinê hatibûn şewitandin û ji ber vê yekê li gelemperiya welêt xwepêşandanên mezin ên protestoyî hatibûn lidarxistin.

Li vî welatî, her sal destavêtin li deh hezaran jinan tê kirin. Tenê sala 2016'an destavêtin li zêdeyî 40 hezar jinan hate kirin. Lê belê hem ji ber sîstema kastê ku destavêtina li kesên 'li kasta jêrîn' tê veşartin, hem jî ji ber bêçaretiya gelek jinan, tê texmînkirin ku hejmara rasteqîn gelekî zêde ye.

GOTIN, 'ÇÊLEK HÎN BÊHTIR TÊN PARASTIN' Û DEST BI ÇALAKIYAN KIRIN

Ji ber ku li gorî baweriya dînî ya li Hîndîstanê çêlek pîrozk e û tê parastin, hunermenda wêneyan Sujatro Gosh dest bi çalakiyeke di vê çarçoveyê de kir. Jinan jî dan ser şopa wê, maskeyên çêlekan xistin serê xwe û nerazîbûna xwe nîşan didin.

Di wêneyên Gosh de jin kincên gelêrî yan jî kincên modern li xwe dikin. Jin rûyê xwe bi maskeya çêlekan vedişêrin û bi vî rengî hovîtiya ku li wan tê kirin şermezar dikin.