Jin li dijî destavêtin û destdirêjiyê meşiyan
Jin li dijî destavêtin û destdirêjiyê meşiyan
Jin li dijî destavêtin û destdirêjiyê meşiyan
Saziyên Jinan ên li Amedê bi armanca şermezarkirina "destavêtinê", li navçeya Farqînê meşek pêk anîn. Jinan bi meşa xwe diyar kirin, ku ewê rê nedin destavêtin û destdirêjiyê.
Nûnerên saziyên jinan ên Amedê, bi boneya tacîz û tecawiza li ser jinê tê meşandin şermezar bikin, li navçeya Farqînê ya Amedê meşek girseyî pêk anîn. Koma jinên ku li ber avahiya BDP'ê ya Farqînê kom bûn, bi tevlebûna Hevserokên BDP'ê yên Farqinê Kerem Canpolar û Şirin Dalkuş, rêveberên BDP'ê, endamên meclisa şaredariyê aktîvîstên DOKH'ê nûnerên saziyên jin yên Amed û Farqînê, dest bi meşê kirin. Jinan di meşê de pankarta "Em li Kurdistane rê nadin destavêtinê" vekirin û dowizên "Polis radizê, tecawizkar demaşe dike em li kolanan in", "Tecawizkar neparêze bidarizîne", "Ji tundiya polîsan re na", "Jin jiyan azadî", "Li Kurdistanê cih ji tecawizkar re tune" û "Ji qirkirina jinê ra na" bilind kirin. Jin heta navenda Jinê ya MEYA meşiyan. Jinên ku çalakiya meşê pêk anîn ji aliyê maşînê polîsan ên zirxî ve hatin dorpêçkirin. Polîsan ewil xwest li ber avahiya BDP'ê jinan asten bikin û diyar kirin ku destûrê nadin meşa wan. Li ser vê yekê rêveberên BDP'ê bi polîsan re hevdîtin kirin û girsê bi tilîlîyan û silogana "Jin jiyan azadî", "Destê dirêjî jinê bibin bila bişkên" dest bi meşê kirin. Jin vê carê li kolana Gazî li ber şaxa PTT'ê ji aliyê polîsan ve hatin rawestandin. Lê jinan dîsa meşa xwe berdewam kirin. Piştre polîs bi maşînê zirxî heta Navenda Jinê ya MEYA meşiyan. Jinên ku astengî rakirin, li ber Navenda Jinê ya MEYA daxuyanî dan çapemeniyê.
Li ser navê jinan aktîvîsta DOKH'ê Hulya Kanat, axivî û diyar kir ku armanca wan ew komkujiyên ku ji aliyê dewletê ve tên parastin red bikin û êdî dawi li vê pergalê bînin. Kanat, da zanîn her diçe tundî, tacîz û tecawisa li ser jinê zêde dibe û êdî destûr nadin vê yekê. Kanat, da zanîn ku dê her tim li dijî hişmendiya feraseta serdest a zilam li kolanan bin û wiha got: "Nêzî salek berê welatiyê bi navê Recep Yavuz jina bi navê N.K. ku 20 sal ferq di navbera emrê wan de hebûn bi zorê revand û ji Farqînê bir Êlihê. Piştî ku N.K. demekê li yûrdê ma, dîsa vegeriya mala xwe. Lê j ber ku Recep Yavuz nehat darizandin N.K. ku rastî tecawiza Recep Yavuz hat, dîsa ji aliyê welatiyên bi navê Muharrem Uçar, Mehmet, Abdullah, Bariş, Agît, Nihat dîsa di 19'ê Tebaxa 2012'an de bi maşîna plakeya wê 21 FA 501 ve hat revandin û di bin pira Malabadî de dîsa rastî tecawizê hat. Li gel ku midûriyeta polîsan hat agahdar kirin jî der barê van kesan de tu lêpirsîn û doz venekirn. Niha tecawizkar di nava me de digere û nayê darizandin."
Kanat, anî ziman ku ew rê nadin tecawizkaran û dê her tim dijberi û têkoşîna xwe berdewam bikin.
Daxuyanî bi çepik û tilîliyan bi dawî bû.