2’yemîn Konferansa Jinan a Navneteweyî ku ji aliyê Tevna Jinên Siberojê Dihûnin ve bi dirûşmeya “Şoreşa me: Azadkirina jiyanê” li Berlînê ya paytexta Elmanyayê du rojan berdewam kir, bi encamaneyê bi dawî bû. Bi konferansê “Tora Jin, Jiyan, Azadî: Jin Azadiya Xwe Dihûnin“ hat ragihandin û bang li hemû jinan hat kirin ku li ser esasê “şoreşa jinan“ têkoşîna hevpar geş bikin.
Encamnameya ji aliyê konferansê ve hat ragihandin, wiha ye:
“Di konferansa xwe ya yekemîn a Cotmeha sala 2018’an de me jinan got: “Em jiyana xwe bi azadî dixwazin. 2’yemîn Konferansa Jinan a Navneteweyî ya Tora Jin Pêşeroja Xwe Dihûnin me bi dirûşma ‘Şoreşa me: Azadkirina Jiyanê‘ 5-6’ê Mijdara 2022’yan ji 41 welatan bi tevlêbûna 800 jinan li Berlîna paytexta Elmanyayê bi coş û serkeftin bi encam kir.
Van rojên ku me konferansa xwe çêkir de JIN JIYAN AZADÎ wek dirûşma serhildan û çareseriyê li her dera cîhanê tê berzkirin. Jin, ji bo sedsala 21’emîn bikin sedsala jinan li her dera cîhanê li ser pêyan in, serî hildidin. Em di demeke reş û tarî de ne lê li ber hatina avhewayeke din in.
Pergala kapîtalîst, bi xerakirina ekolojîk, pandemî, xwarina kedê û tundûtûjiyê, ji bo kara zêdetir û hêzê, cîhana me ber bi şerê cîhanê yê 3’yemîn ve dibe.
Em ji vê bîr û boçûnê re dibêjin na. Ji bo rawestandina vê bîr û boçûnê em îlan dikin ku ji bo jiyaneke azad û adilanetir ji bo her kesî em jin xwe berpirs dibînin, em ê bibin pêşengên avakirina pergala ku hesreta me ye. Bila ax, agir, av û hewa bi me re be!
Me li her dera cîhanê got: ‘Nî Ûno Menos’, got: ‘Me too’, nerazîbûna xwe bi reqsa Las Tesîsê da der. Ji bo parastina mafê xwe yê jiyanê ji hişmendiya mêrserwer em derketin kuçe û kolanan, me parastina xwe ya cewherî bi pêş de bir, xwe bi rêxistin kir. Jinên li hemû parzemînan bi helbest, stran, reqs û zîrekiya xwe li dijî jibîrkirina li wan tê ferzkirin li ber xwe didin. Jinên bi hêza başkirinê ya xwezayê li ser pêyan disekinin, ji bo pêşêroja xeyal dikin, têdikoşin. Lewre gotinên bê kirin bêwate ne. Kirina bêgotin kor e.
Em li dijî mîlîtarîzm, nijadperestî, mêtingerî, mêrserwerî, şîrketên kapîtalîst ên pirneteweyî û dewletan dadikevin qadan. Lewma ji me ditirsin. Em wan hîn zêdetir bitirsînin. Em li dijî pergala ku çalakiyên me, gotinên me, parastina me ya cewherî krîmanîlîze dikin û enerjiya me ya jiyanê talan dikin, dibin yek û mezin dibin.
Hêzên rejîma Îranê Jîna Emînî, hêzên faşîst ên Tirk hevrêya me Nagihan Akarsel, ji nav me birin. Li Emerîkaya Latîn, pêşengên jin ên ji xelkên herêmî, tên qetilkirin. Li Sûdan, Yemen û Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê, weke li Kurdistanê jin tên girtin, tên kuştin û dest dirêjê wan tê kirin. Ew ji yekê zêdetir jiyanan deyndarê me ne. Deyndarê jiyana dayik, dayikên me yên mezin û xwişkên me ne. Em îfadeya berxwedana wan in.
Tecrûbeya têkoşîna jinan a bi sed salan dewam dike, em dibin şahid ku di sedsala 21’emîn de gihiştiye asteke cuda. Em di pêvajoyekê re derbas dibin ku beşên cuda yên civakî azadiya xwe di azadiya jinan de dibînin û bawer dikin ku azadiya jinan wê civakê azad bike. Em bi hêrs in. Ev hêrseke kolektîf e. Em bi hêz in, em ê cîhanê biguherînin.
Em di serdemek a têkoşîna azadiyê ya nû de dijîn ku şoreşa jinan jê re pêşengiyê dike. Wek ku Birêz Abdullah Ocalan gotiye, jiyana ku tê xwestin ne derasayî ye, bi şoreşê ava dibe. Em li Kurdistan, Îran, Efxanistan, Emerîkaya Latîn û Ewropayê ji bo jiyana tê xwestin radibin ser pêyan û têdikoşin.
Em jin dibin ‘xwebûn‘, navên ku kapîtalîzm, mêtingerî û mêrserweriyê dane me û xaka me red dikin û navên nû ji bo xwe digirin.
Êdî em di dema jinan de ne. Bersiva herî giring a ji bo vê demê bê dayîn jî têkoşîna hevpar a jinan û mayîndekirina tevna yekitî û piştevaniyê ye. Bi wesîleya vê konferansê em ‘Jin, Jiyan, Azadî: Tora Jin Siberojê Dihûnin’ îlan dikin. Piştre xebata destpêkê ya em ê bikin derxistina nexşeya hevpar a ku em du roj in li ser nîqaş dikin. Em, bang li hemû jinên ku jiyaneke derveyê pergala mêtingeriyê ya heyî dixwazin, dikin ku tev li tora me bibin û li ser esasê ‘Şoreşa Jinan’ têkoşîna hevpar geş bikin.“