‘Jin ji mêran baştir dikare esnaftiyê bike’

Jina bi navê Arya Çelîk ku bi karê hunera destan debara xwe dike, diyar kir ku jin dema bixwaze dikare hemû karan bike û anî ziman, dikana wê ya biçûk ji bo jinan bûye navenda pêşengeha hunera destan.

Amed yek ji bajarên ku di alî çand û dîrokê de gelek girîng e. Di paşerojê de ji gelek berxwedanan re, şer re malovanî kiriye. Amed yek ji bajarên herî mezin ya herêmê ye û li gorî daneyên TUÎK - ADNK’ê ji dawiya 2018’an şûnde nifûsa wê mîlyonek û 732 hezar û 396 e. Yek ji navçeyên Amedê ya bi dîroka xwe tê zanîn Sûr e. Sûr cihê herî kevn yê xwecihbûnê ye, ji Huriyan, Mîtanî, Hîtît, Asûr, Med, Pers, Îskenderê Mezin, Roma, Bîzans, Selçuqî, Osmanî û nêzî 30 şaristaniyî re malovanî kiriye. Her wiha Kurd, Suryan û Ermen li Sûrê bi baweriyên cuda li gel hev jiyane. Sûra ku şopa gelek şaristaniyan dihewîne, wek muzeya vekiriye. Birca Bedenê ya Zewicî, Birca 7 Birayan, Birca Bizinê, Birca Nur, Birca Deriyê Çiyê jî wek mîrateya çandî ya cîhanê hatiye qebûlkirin. 

Li Sûrê mînakên jiyana komunal hîna zindî ne. Cîrantiya wir ti car neqediyaye û dengê zarokan ji kolanan kêm nebûye. Di 2015’an de piştî rêveberiyên xweser, navçe rastî êrîşan hat û gelek kolanên wê bi destê dewletê hatin hilweşandin. Nêzî 40 hezar kesî ji Sûrê koç kir. Tevî van pêkûtiyan gel hîna li ser piyane û her wiha li gel polîtîkayên asîmîlasyonê jiyana xwe didomînin. Jina ciwan ya bi navê Arya Çelîk ku berî sal û nivê li Sûrê bi karê hunera destan esnaftiyê dike û dikana wê ya biçûk bê guman ji bo jinan veguheriye navenda pêşengeha hunera destan.

BI KARÊ DESTAN DEBARIYA JIYANÊ DIKE

Çelîk anî ziman ku ew berî sal û nîvê bi gelek hevalên xwe re ji şaredariyê hatiye îxrackirin û têkoşîna xwe ya zor û zehmet wiha vegot: “Piştî ez hatim îxrackirin min 9 mehan ti kar nedît. Li gelek cihan geriyam, lê mixabin tu kes li min nevegeriya. Min got ez ne bêçare me û ez ê her tiştî bikim. Min dema xwe winda nekir û nêzî deriyê Mêrdînê min dikanek biçûk vekir. Ti sermiyanê min tunebû, lê dîsan ez ne bê çare bûm. Min bi biraziya xwe re dest bi çêkirina karê destan kir û tiştên min çêkirin min anîn li dikanê bi cih kirin. Hemû tiştên me bi keda destan tê çêkirin û dema karê destan jî be, bala nîştecihan dikêşe.”

PÊŞENGEHA HUNERA DESTAN

Çelîk da zanîn ku dikana wê ya biçûk ji bo jinan bûye navenda pêşengeha hunera destan û ev tişt got: “Berî sal û nîvê ez û biraziya xwe tene bûn, niha em bûne bi dehan jin. Jinên berê dihatin kirin dikirin niha li malê hunera destan çêdikin û tînin li dikanê datînin. Bê guman bi vê xebata comunala dikan veguheriye pêşengeha hunera destan û ez jî bi vê yekê gelek kêfxweşim. Ez bang li tevahiya jinan dikim ku li malê nerûnin û tevlî xebatê bibin. Jin bixwaze dikare her tiştî bike. Jin ji mêran baştir dikarin esnaftiyê bikin. Me ev yek dîtiye û mînaka vê yekê jî heye.”

‘ESNAFTIYA LI SÛRÊ PIR CUDA YE’

Çelîk da zanîn ku Sûr cihek taybete ku di kûrahiya dilê wê de cih girtiye û got: “Sûr ji bo min pir cuda ye. Di demê rêveberiya xweser de gelek kesan jiyana xwe ji dest da û gelek welatî jî ji cih û warê xwe koç kirin. Ji ber vê min dukan li wir vekir. Ji ber şer mirovan koç kir. Lê piranî kesî tevî her tiştî malên xwe terk nekirin. Bi şer, kuştin û qetilkirinê neqedandin niha dixwazin bi aboriyê gelê herêmê têk bibin.”