Endamên Tevgera Jinên Azad û Demokratîk (DOKH) bi boneya tecrîda giran ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar bikin û dawî li tecrîdê bînin dest bi xebatên meşa li Êlihê kirin.
Endamên Tevgera Jinên Azad û Demokratîk (DOKH) bi boneya tecrîda giran ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar bikin, dawî li tecrîdê bê û zextên li ser jinan tên meşandin bi dawî bibe dê di 28'ê Tebaxê de meşek mezin pêk bînin. Jinan di çarçoveya xebatên meşa 28'ê Tebaşê de li taxa Beşevler civîna gel pêk anî. Di civînê de Endama Koordînasyona KCD'ê û Parlementera BDP'ê ya Êlihê Ayla Akat, Hevseroka BDP'ê ya Êlihê Ayşe Agilgat, endamên DOHK'ê jî di nav de bi sedan jin amade bûn.
Jinan di civînê de bê navber dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" berz kirin, govend gerandin û stran gotin. Jinan piştî rêzgirtinê axaftin kirin. Li ser navê jinan Endama Koordînasyona KCD'ê û Parlementera BDP'ê ya Êlihê Ayla Akat, anî ziman ku ji sala 1984'an heta niha li Tirkiyeyê şerek heye û wiha got: "Dewlet her tim vî şerê heyî înkar dike. Dewlet li gel vî şerî înkar dike jî hemû hêza xwe ji bo şer seferber dike. Kengî siyasetmedarên ku Tirkiye bi rêve dibin dest ji fikara koltuxa xwe berdin û li gorî berjewendiyên civakê tev bigerin dê dawî li vî şerî bê. Em êşa zarok, ciwan û welatiyên ku li Tirkiyeyê di bûyeran de jiyana xwe ji dest didin di dilê xwe de hîs dikin. Bûyera Dîlokê em pir xemgîn kirin. Me wekî rayedarên dewletê neçû hêsirên derewîn nebarandin. Me li ser siyaset nekir. Ev guneh ji ber polîtîka û siyaseta siyasetmedarên Tirkiye bi rêve dibe pêk hat.
'EM RÊBERÊ XWE JI BÎR NAKIN'
Akat da zanîn ku, gelê Kurd heta niha tu rêberê xwe ji bîr nekiriye û dê tu carî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bîr enke. Akat, bal kişand ser rop û erka Ocalan û wiha got: "Em baş dizanin rêbererekî wekî Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan her tim nayê dinyayê. Em dizanin ku dewlet çawa li rêberê ku gel wî wekî vîna xwe û Rêberê xwe qebûl dike zilmê dike. Em zilma dewletê ya li 4 aliyên Kurdistanê baş zanin. Ji ber vê yekê em Mele Mustafa Barzanî, Qazi Muhammed, Simko, Şeyh Said, Seyit Riza, Said-i Kurdî û Birêz Abdullah Ocalan ji bîr nakin.
'EM DÊ BÊJIN JI RÊBERÊ ME RE AZADÎ'
Akat destnîşan kir ku, ew dê di vê meşê de tecrîda li ser Ocalan tê meşandin şermezar bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em dê di vê meşê de bêjin Em ji Rêberê xwe re Azadiyê dixwazin. Em dê qedexeyên li pêş mîtîngên Cizîr û Qoser û Sêweregê şermezar bikin. Em dê bêjin we biryara şer da, lê em jî biryara azadî û aştiyê didin. Me biryara ji Rêberê me re Azadî da. Gelê Kurd êdî bêtir nêzî azadiyê ye."
Akat da zanîn ku, dê jin ji Kolana Hunerê heta avahiya BDP'ê ya Êlihê meşê pêk bînin û bang li hemû jinan kir ku di 28'ê Tebaxê de tevlî meşê bibin. Piştî axaftinê jin bi dirûşmeyan belav bûn.