Bi hezaran jinên ku daxuyaniya Serokwezîr Erdogan a "Her kurtaj Qilaban e" şermezar kirin, dirûşimên "Em mafê xwe yê kurtajê nadin niqaşkirin" qêriyan û pankarta "Serokwezîr Erdogan tu here ser hêkan kurk bikeve." vekirin.
Bi hezaran jinên ku li Kadikoyê ya Stenbolê li hev kom bûn, daxuyaniya Serokwezîr Erdogan a "Her kurtaj Qilaban e" şermezar kirin. Bi hezaran jinên ku li Altiyolê ya Kadikoyê kom bûn, pankartên "Em mafê xwe yê kurtajê nadin niqaşkirin", "Kurtaj maf e, Qilaban komkujî ye" rakirin û heta Qada Îskeleyê meşiyan. Jinan di meşê de dirûşmeyên "Kujerê jinan AKP", "Jin dê hesap ji kujeran bipirse" û "Bêdeng nemîne, biqîre" û "AKP destê xwe ji bedena min bikişîne" berz kir.
Jinên ku hêjmara wan zêde bû bertek nîşanî daxuyaniya Wezîrê Tenduristiyê Recep Akdag dan. Koma rîtmê jî piştgirî da meşê. Jinan di meşê de benda "Bila zilam bê, bila bav bê, bila hevser bê, bila dar û lêdan bê ji înadê re îsyan" qêrîyan. Jinên li qada Îskeleyê kom bûn govend gerandin. Li ser navê jinan Fidan Ataselim, axivî û got: "Bedena me ne ya zilam e, ne jî ya dewletê ye. Bedename ya me ye. Kurtaş mafekî mirovan ê civakî û tenduristiyê e. Em destûr nadin ku mafê me bê niqaşkirin."
Ataselim, xwest êdî Erdogan bi hucreyê fetusê mijûl nebe û li karê xwe binere. Daxuyanî bi kurdî hate dayîn û xwest ev niqaş bi dawî bibin.
Hunermend Pinar Aydinlar jî bal kişand ser pêkanînên li Girtîgeha Şakranê wiha got: "Mafê serokwezîr Erdogan ê tekve odeya razanê ya jinan tune ye. Hedê xwe zanibe Erdogan. Li cihê xwe rûne." Jinan di çalakiyê de li ber koma Bansista govend gerandin.
Di meşê de endamên DOKH, Meclîsa Jinên Sosyalist, Jinên Halkevcî, ODP, TKP, EHP, Kolektîfa Jinên Zanîngehê, DÝP, DÝSK, HDK, Tevgera Jinên Demokratik jî di navde bi hezaran jin amade bûn.