Jin ji bo 25’ê Mijdarê li qadan in

Jin ji bo 25’ê Mijdarê li qadan in

Jin li gelek bajaran daketin qadan û çalakiyên cuda ji bo 25’ê Mijdarê pêk anîn. Jinan bang li her kesî kirin ku tevlî çalakiyên ku wê 25’ê Mijdarê bên lidarxistin bibin.

LI ENQEREYÊ ÇALAKÎ

Nêzî hezar jinên endamên KESK, DÎSK, HDK, DOKH, Femînîst, LGBT, Halkevlerî û SMK’yî di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Hember Jinê li Kolana Toroslar a Enqereyê li hev kom bûn. Jinan bi tilîliyan ber bi Qada Kolejê ve dest bi meşê kirin. Di meşê de pankartên “Lezbiyen li dijî şer in”, “Em li dijî şer, wehşeta DAIŞ’ê, desthilatiya zilam, komkujiyê dimeşin” û “Ne edaleta zilaman, edaleteke rast” hildan û dirûşmên “Jin jiyan azadî”, “Bijî Berxwedana YPJ’ê”, “Qatil DAIŞ ji Rojhilata Navîn bicehime”, “ qîriyan û heta Kolejê meşiyan. Li vir bi Kurdî û Tirkî daxuyanî dan çapemeniyê. Hevseroka Giştî ya KESK’ê Şaziye Kose axivî û bang li hemû jinan kir ku tevlî çalakiyên 25’ê Mijdarê bibin.

Piştî daxuyaniyê Koma Ax û Av a Jinên NÇM’ya Wêranşarê derket ser dikê û jinan li ber stranan govend gerandin.

LI KONYAYÊ DAXUYANIYA ÇAPEMENIYÊ

Li Konyayê jinan bi heman armancê li ber Şaxa Egîtîm-Senê ya Konyayê li hev kom bûn û civîneke çapemeniyê li dar xistin. Ji rêveberên HDP’ê Songul Çetîn axivî û diyar kir ku li dijî jinê şerekî nav lê nehatiye kirin heye. Çetîn bibîr xist ku di 10 mehên dawiyê de 207 ji aliyê mêran ve hatine kuştin û polîtîkayên hikûmeta AKP’ê yên li dijî jinan rexne kir.

LI ŞIRNEX Û CIZÎRÊ PANEL

Bi heman armancê li Salona Civînan a Şaredariya Şirnexê, panelek ji aliyê Navenda Piştevaniya Jinan a Zahîde ya Şirnexê hate lidarxistin. Rêveberên HDP, DBP, Hevşaredarên Şirnexê, rêveberên ÎHD, pêkhateyên jin ên KESK’ê, Navenda Çandê ya Cûdî, Navenda Jiyanê ya Ciwanan, Meclîsa Dayikên Aşitiyê û bi sedan kes tevlî bûn. Panel bi rêzgirtina ji bo cangoriyê têkoşîna azadiyê destpê kir û piştre sînevîzyona têkildarî tundiya li dijî jinan hate nîşandan. Civaknasa Navenda Piştevaniya Jinan a Zahîde Ayfer Şahîna xivî û bal kişand ser têkoşîna jinan a li dijî hişmendiya zilaman.

Platforma Jinan a Cizîrê jî bi heman armancê panela bi navê “Em li dijî tundiyê serî hildidin” hate lidarxistin. Panel li Salona Konferansê ya Perwerdeyê pêk hat. Tevî endamên KESK’ê û endamên DOKH’ê, gelek kes tevlî bûn. Di panelê de pankartên bi armanca protestokirina  tundiya li hember jinan û pişgtiriya bi Kobanê re vekirin. Di panelê de Prof. Dr. Nukhet Sîrman axivî, Hevseroka Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamyayê Prz. Gulşen Ozbek weke axaftvan amade bûn. Sirman di panelê de axivî û diyar kir ku rojane 5 jin li Tirkiyeyê têne kuştin û bal kişand ku ev yek nîşan dide ka tundiya li hember jinê çiqas dijwar e.

Platforma Jinan a Cizîrê bang li jinan kir ku tevî çalakiyên ku wê 25’ê Mijdarê bên lidarxistin, pêk bên. Hevseroka Giştî ya KCD’ê Selma Irmak,  Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret û endamên KESK’ê yên Cizîrê tevlî civînê bûn.  Di civînê de têkildarî çalakiyên ku wê li Cizîrê bên lidarxistin  biryar hate dayin ku ev çalakî bên lidarxistin: 23'ê Mijdarê saet 19.00 li Mala Dengêjan bi beşdariya Hevseroka KCD’ê Selma irmak, Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret û Civaknas Yasemîn Îneç pêk bên, roja 24’ê Mijdarê saet di 18.00'an de wê meşa meşaleyî  û roja 25’ê Mijdarê jî wê çalakî bê lidarxistin.

LI HEZEXÊ NÎŞANDANA SÎNEVÎZYONÊ

Li navçeya Hezex a Şirnexê jî bi heman armancê ji aliyê DOHK’ê ve sînevîzyon hate nîşandan. Sînevîzyon li Navenda Çand û Hunerê ya Şaredariya Hezexê hate lidarxistin. Hevşaredara Hezexê Nevîn Oyman Giresun, Çalakvana DOKH’ê Leyla Bayram, endamên meclîsa Dayikên Aştiyê û tevlî çalakiyê bûn.  Di çalakiyê de bang li her kesî hate kirin ku tevlî çalakiyên 25’ê Mijdarê bibin.

LI SILOPIYAYÊ CIVÎNA ÇAPEMENIYÊ YA HEVPAR

Li navçeya Silopiya ya Şirnexê jî  xebatkarên DOKH, DÎSK, KESK, Desteya Jinan a Şaredariya Silopiya, MAPEr, Navenda Piştevaniya Jinan a Viyanê daxuyaniyek dan çapemeniyê bang li her kesî kirin ku tevlî çalakiyên di çarçoveya 25’ê Mijdarê de bibin.

Piştî daxuyaniya çapemeniyê li Navenda Çand û Hunerê ya Laleşê filmek têkildarî tundiya li hember jinan hate nîşandan.

LI SÊRTÊ JI BO MEŞÊ BELAVOK HATIN BELAVKIRIN

Li Sêrtê jî bi beşdariya pêkhateyên DOKH’ê di çarçvoeya çalakiyên 25’ê Mijdarê de belavok hatin belavkirin û bang li her kesî hate kirin ku tevlî çalakiyên ji bo 25’ê Mijdarê bibin. Jin bi lêxistina erbaneyan li bajêr geriyan û di meşê de diriûşmên “Bijî Berxwedana YPG/YPJ” qîriyan.

Meşa bi beşdariya Hevseroka DBP’a bajêr Kiymet Mut, Hevşaredara Sêrtê Belkîza Beştaş Epozdemîr pêk hat, rastî astengiya polîsan hatin, lê jinan guh neda astengiya polîsan û meşa xwe domandin.

LI ŞEMREXÊ ÇALAKÎ

Li navçeya Şemrex a Mêrdînê jî bi pêşengiya endamên DOKH’ê meşek hate lidarxistin. Hevşaredara Şemrexê Necla Yildirim, nûnerên Egîtîm-Senê, Navenda Çandê ya Mehmet Uzun  û gelek jin tevlî meşê bûn. Di meşê de pankarta “Ji xwişkên Mirabel heta Sakîneyan, em li Kobanê Arîn, li dijî sînor Kader in” hate vekirin û dirûşmên dilsoziya bi berxwedana Kobanê re hatin gotin û tundiya li hember jinan hate protestokirin û bang xurtkirina têkoşînê li dijî vê tundiyê hate kirin.

LI WAN Û QELQELIYÊ ÇALAKÎ

Li Wanê zilamên endamên KESK, DÎSK, TMMOB û TTB’ê bi armanca balê bikişînin ser tundiya li hember jinan meşek li dar xistin û piştre jî daxuyanî dan çapemeniyê. Kesên tevlî meşê bûn li ber avahiya KESK’ê li hev kom bûn û piştre heta Parka Feqiyê Teyran meşiyan. Di meşê dirûşmên “Kobanê ne bi tenê ye”  û “Jin Jiyan azadî” qîriyan. Piştî meşê daxuyaniyek dan çapemeniyê û di daxuyaniyê de banga tevlîbûna ji bo çalakiyên 25’ê Mijdarê hate kirin.

LI BÊGIRÊ AFÎŞ HATIN DALIQANDIN

Li navçeya Bêgir a Wanê jî bi pêşengiya DOKH'ê li gelek deverên navçeyê afîşên bi armanca balê bikişînin ser tundiya li hember jinan hatin daliqandin. Polîsan bi wesayitên zirxî jinên ku afîş dadiliqandin şopand, polîs li rastî nerazîbûnên tund hat. Piştre jin çûn serdana goristanan û gorên gerîlayên HPG’ê ziyaret kirin. Hevşaredara Bêgirê Safure Guneş berxwedana Rojava û şoreşa bi pêşengiya jinan silav kir . Guneş bal kişand ser daxuyaniyên Ocalan ên têkildarî jinan û got ku  ji bo jin bikarin li dijî tundiyê têbikoşin divê li her derê xwe bi rêxistin bikin.

LI MIKSÊ PANEL

Li navçeya Miksê bi heman armancê çalakiyek hate lidarxistin. Panel bi hevkariya Şaredariya Miksê û hevparên DOKH’ê li Salona Konferansê ya Midûriyeta Perwerdeyê hate lidarxistin. Di panelê de Hevşaredar Zîlan Aldatmaz, Civaknasa Navenda Jiyanê ya Jinan Evîn Ozgur, çalaka DOKH’ê Fîlîz Arslan û gelek jin tevlî bûn. Piştî deqeyek rêzgirtinê kurtefilma “Tundiya li dijî Jinan” hate nîşandan.  Piştî nîşandana film Aldatmaz behsa jiyana xwişkên Mirabel kir û da zanîn ku tundiya li dijî jinan ne tenê fîzîkî ye.  

Piştî axaftinên di panelê de hatin kirin filma bi navê “ Tu li ku yî” hate nîşadan û çalakî bi dawî bû.

LI BEDLÎSÊ MEŞ

Li Bedlîsê bi pêşengiya hevkarên DOKH’ê bi heman armancê daxuyaniyek hate lidarxistin. Tevî hevşaredarên Bedlîs, Norşîn, Mûtkî û Yolalanê gelek jin bi hilgirtina posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber avahiya KESK’ê li hev kom bûn. Jinan pankartên dilsoziya bi berxwedana Kobanê re vekirin û dirûşmên “Jin jiyan azadî”, “Bijî Serok Apo”, “Ji tundiya Jinê re Na” heta ber Mizgefta Uluyê meşiyan. Piştî meşê Hevşaredara Yolalanê Selvî Karakoç daxuyaniyek da çapemeniyê û da zanîn ku tundiya li hember jinan û binpêkirina mafên wan ne çarenûs e . Karakoç da zanîn ku ew ê li hemberî vê tundiyê û neheqiyê heta dawiyê têbikoşin û bi awayekî serbilind li ber xwe bidin.

Piştî daxuyaniyê çapemeniyê bi qasî 5 deqeyan çalakiyeke rûniştinê hate lidarxistin.