Jin ên ciwan tevgera TÊKO-JIN ragihandin -NÛ BÛ

Jin ên Ciwan ên li Ewropayê bi civînekê Tevgera Jin ên Ciwan ên Têkoşer (TÊKO-JIN) ragihandin.

Jin ên ciwan ên Kurdistanî û enternasyonalîst ên li Ewropayê, Tevgera Jin ên Ciwan ên Têkoşer (TÊKO-JIN) ragihandin. Komîteya ji 15 jin ên ciwan piştî civîna 2 rojan bi daxuyaniyeke çapemeniyê tevgera TÊKO-JIN ragihand.

Civîn bi dirûşma "Bi ruhê Ronahiyan têkoşîna dîrokî -TÊKO-JIN" hate lidarxistin û piştî civîna du rojan daxuyaniyeke hate dayin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Şerê navbera sîstema demokratîk û sîstema kapîtalîst, di şexsê Gelê Kurd û Rêber Apo de di bin zexta qirkirina çandî û fîzîkî de ye. Bi taybetî di şexsê jinan de dixwazin çand, dîrok, civakîbûnê ji holê rakin. Di şexsê ciwanan de ku bi enerjiya xwe bûne pêşeng ji civakê re, hewl didin civakê birizînin, bi sîxurî û narkotîkê civakê tune bikin. Li dijî polîtîkayên tunekirinê yên modernîteya kapîtalîst, pêwîste civak bi rengê şerê gel ê şoreşgerî têbikoşe.

Em; jin ên ciwan ên li navenda kapîtalîzmê ne, bi navê Kurdekê, bi navê jinekê, bi navê enternasyonalîstekê em jiyana sexte ya li me tê ferzkirin qebûl nakin. Li dijî vê yekê em xwe bi rengekî topyekûn bi rêxistin dikin. Ji bo vê jî bi navê komîteya avakirinê ku di kongreya dawiya meha Çileyê de hate avakirin, me civînên xwe bi rêk û pêk li dar xistin. Bi şiyara 'Bi ruhê Ronahiyan têkoşîna dîrokî -TÊKO-JIN' me civîna xwe ya dawî pêk anîn û encamên mezin bi dest xistin. Encamên ku me wergirtine wiha ne:

Di çarçoveya paradîgmaya Rêber Apo de em Tevgera Jin ên Ciwan ên Têkoşer 'TÊKO-JIN' radigihînin.

Di çarçoveya paradîgmaya Rêber Apo de li dijî her şêweyên faşîzmê, bi taybetî li dijî faşîzma zîhniyeta serweriya mêr a li dijî jinan em ê xwe bi rêxistin bikin. Li ser vê bingehê TÊKO-JIN rengê jinê yê ciwan e, TÊKO-JIN dengê jinan ên ciwan in."