Jin dikarin cîhanê biguherînin
Jin dikarin cîhanê biguherînin
Jin dikarin cîhanê biguherînin
Li Tirkiyeya ku rojê sê jin di bin dorpêçiya sîstema serdestiya mêr de tên qetilkirin, jinên ku jiyan û bedena wan bûye amûrek ji siyasetê, xwe amade dikin di 25'ê Mijdarê roja têkoşîna li hemberî tundiya li dijî Jinê ya navneteweyî, dakevin kolanan. Endama Kolektîfa Femînîst Sosyalîst Parêzer Merîç Eyupoglû rewşa jinê ya ji 25'ê Mijdara par heta îro kurteber kir û destnîşan kir ku di tevahiya dîroka komarê de herî zêde di dema desthilatdariya AKP'ê de beden û nasnameya jinê ketine binê îpotekê. Eyupoglû diyar kir ku AKP vê yekê gelekî wêrekî û zelal dike û got, "Em jin bi tenê gefa mêr re rû bi rû nînin, heman demê de ji cîhan heta serokwezîr heta zilamê di rê de destdirêj dikin, çar aliyên me dorpêç bûne." Eyupoglû da xuyakirin ku rizgariya jinê di femînîzmê de ye û got, "Ancax jin rabû ser piyan, hingî cîhan dikare biguhere."
-Ji 25'ê Mijdara par û vir ve hûn tabloya giştî ya li Tirkiyê ji bo jinan çawa dinirxînin?
Ji 25'ê Mijdara par û vir ve ji bo me jinan tiştekî guheriye nîne, berevajî mirov dikarin bêjin ku rewşa me xirabtir bûye. Fatma Şahîn behsa hin daneyan dike, lê wer xuyaye ew li welatekî din wezîriyê dike ji ber ku dema mirov li Tirkiyê binêrin, mirov nikarin qada guhertineke baş ji bo jinan bikin. Mînak; hejmara bûyerên qetilkirina jinan kêm bûye? Na. Hejmara destavêtin û destdirêjiyê kêm bûye? Na. Dadgerî hîn kêmtir biryarên zayendperest dide? Na. Dema jinên mexdûrên tundiyê serî li qereqolan didin, hingî tiştek tê kirin? Na. Tevî ku biryara parastinê hatiye wergirtin jî, ji ber ku tedbîrên pêwîst nehatine wergirtin, gelek jin li vî welatî hatine kuştin. Tundiya mêr her dewam dike, wezaret û hikûmeteke ku bi vê pirsgirêkê re mijûl dibe nîne. Di şûna têkoşîna li dijî vê de, di şûna jiyana jinan ewle bike û alternatîfên mîna stargehên jinan ava bike de, ji bo mêran stargehan vedike.
SEROKWEZÎR BI XWE HEWL DIDE DEST WERDE
Ev wêne neguherî, di ser re ji her demê bêtir di dema AKP'ê de ev yek bi werekî hat kirin û helwesteke destwerdanî ya polîtîkayên neolîberal bi muxafazakariyê re kiriye yek, li rewşê zêde bû. Li naverastê ferasetek heye ku dest li jiyana me ya rojane, li bedena me werdide. Mîna ku di mijara kurtaj û malên xwendekaran ên keç/xort de hat dîtin, serokwezîr bi xwe hewl dide dest li rê û rêbazê jiyana me werde. Lewma em jin bi tenê gefa mêr re rû bi rû nînin, heman demê de ji cîhan heta serokwezîr heta zilamê di rê de destdirêj dikin, çar aliyên me dorpêç bûne.
EM NE MALBATIN, EM JIN IN!
- Ji navê Wezareta Jin û Malbatê gotina jinê hat derxistin û kirin Wezareta Malbatê. Gelo ev yek ne nîşaneyek ji bo guhertina polîtîkayên hikûmetê bû?
Bêguman. Em weke femînîst, dema ev guhertin hat rojevê me gelek kampanya kirin. Navê kampanya me ya yekemîn, "Em ne malbat in, em jin in" bû. AKP vê yekê gelekî vekirî dike, dibe ku niha çêtir tê dîtin, lê di roja yekemîn a meşa xwe de, dest bi vê yekê kiribû. Ji xwe dema gotina jinê hebû jî me navê Wezaretiyê ne dieciband. Wê demê me digot divê bibe "Wezareta Wekheviyê." Lê dest ji nirxandina pêşniyara me berdin, gotina jinê jî zêde dîtin. Li holê wezaretek heye ku tundiya jin lê rast tê nabîne û bi tenê xwe li gorî malbatê rêkûpêk kiriye, heye.
GUHERTIN JI BO JIN LI MALÊ BÊ RAGIRTIN, HATINE KIRIN
- Di bin navê başkirinê de pakêta îstîhdama jinê ya hat derxistin, gelo di vê çarçoveyê de dikare were nirxandin?
Pakêta îstîhdamê jî weke versiyoneke din a vê yekê derket pêşiya me. Bi teşwîka karê li şertên ne ewle, di her zayînde dayîna pereyekî zêde, li dû her zayînê dirêjkirina dema destûrê re hikûmet polîtîkayên ku pozîsyona jinê ya di nava malbat, mal, hevser û dayikê xurtir dike. Navê vê jî dibe îstîhdam. Ev hemû ji bo jinan bişînin malê, ji bo jinan li malê rabigire, tên kirin.
TÊKOŞÎNA KOMEK JINÊN WÊREK
- Ev hişmendî bi çi rengî dikare ji holê bê rakirin?
Ez weke femînîstekê di wê baweriyê de me ku ev yek bi femînîstên kirdeyên vê yekê ne û têkoşîna jinan re dê karibe biguhere. Rewşa jinan a li vî welatî ancax bi vî rengî were guhertin. Lewma ez di wê baweriyê de me ku têkoşîna em dimeşînin giranbuhaye, watedar e û bi alîkariya gelek jinan divê were xurtkirin. Ji bo min, formula bingehîn a çareseriyê di vir de ye.
DI 25'Ê MIJDARÊ DE EMÊ BÊJIN "JIYAN, BIRYAR, BEDEN A ME YE!"
- Di nava vê dorpêçiyê de li gorî we jin yek in û bi têrkerî nerazîbûnê nîşan didin?
Tevgera femînîst li ser vê xakê ji sala 1980 û vir ve bi awayekî diyar û li ber çavan têkoşîneke bênavber dimeşîne. Li gorî me rizgariya jinê di femînîzmê de ye. Lewma em di wê baweriyê de ne ku pêwîste têkoşîn di vê çarçoveyê de were dayîn. Mîna 25'ê Mijdar û 8'ê Adarê, li gorî min ev yekitî di dema berxwedana Parka Gezî de xurtir bû. Ya ku di berxwedana Parka Gezî de bi hezaran jin anî gel hev, bi tenê destwerdana li daran, tundiya polîsan an jî nerazîbûna li polîtîakayên AKP'ê nebûn. Tevî van hemûyan, sedema vê yekê destwerdana AKP'ê li jiyana jinan bû. Sedema ku bi hezaran jin beşdarî berxwedana Gezî kir ev bû. Ji ber vê yekê, li her devera Tirkiyê dê bi hezaran jin li dijî destwerdana li jiyana xwe biherikin kolanan. Rewşên bi heman rengî derketin pêşiya me û herî zêde hêvî jî ji vê derê tê. Ji ber ku eger jin rabin ser piyan dê cîhan biguhere. Lewma emê di 25'ê Mijdarê de li qadan bêjin, "Jiyan a me ye, biryar a me ye, beden a me ye, em destûrê nadin hûn dest lê werdin".