Jin dê biçin Şemzînanê ku ev 20 roj in pevçûn lê diqewimin û gel koçber dibe û dê bêjin ‘bê dengî hevkariyê komkujiyê ye’. Serdana ku ji aliyê Tevgera Jinan a Azad û Demokratîk (DOKH) ve hatiye organîzekirin dê di 13’ê tebaxê de pêk were.
Piştî rêxistinên civaka sivîl û dayikên aştiyê niha jî jin ji bo bertekên xwe nîşanê veşartina geşedanên Şemzînên bidin diçin Şemzînanê. Endamên Tevgera Azad û Demokratîk a Jinan di 13’ê tebaxê de dê biçin Şemzînanê.
Daxuyanî ji aliyê saziya jinan Selîsê ve hate dayîn û daxuyaniyê de hate diyar kirin ku dê jinên kurd li dijî vê hawira şer bê deng nemînin.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Bê dengî tê wateya ku li dijî komkujiyê bê deng mayîn. Li vî welatê ku jin, zarokan ji hev nade alî û çi pêwist be tê kirin, em dê nehêlin li Şemzînên gel bê qetilkirin. Jinên ku aştiyê ji ser zimanê xwe naxînin îro dê jî berpirsyariya xwe bînin cih û li Şemzînanê li dijî çewisandinê raweste.”
DOKH’ê di dawiya daxuyaniyê de hemû kes vexwendiyê meşa xwe kir.