Jin dê li ser tundî û Rojava biaxivin

Jin dê li ser tundî û Rojava biaxivin

Jinên HDK'yî, dê di 1'ê Kanûnê de bi mijara "Tundiya li dijî jinê, zayendîperestî, şer û ezmûnên jinên Rojavayî" panêl/forûmekê lidar bixin.

Meclîsa Jinan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Şaxê Stenbolê panêl/forûmeke bi mijara "Tundiya li dijî jinê, zayendîperestî, şer û ezmûnên jinên Rojavayî" lidar dixin.

Panêl/forûm dê di 1'ê Kanûnê roja Yekşemê de saet di navbera 11.00-17.00 de li Navenda Çandê ya li Şîşliyê pêk were û axaftina vekirinê jî wê ji aliyê Parlamentera HDP'ê Sabaht Tûncel ve bê kirin.

Di panêl/forûm a ji 3 rûniştinan de, wê di rûniştina destpêkê de mijara "Tundiya li dijî jinê, zayendîperestî, muxafazakarî" bên nîqaşkirin. Di vê rûniştinê de wê parêzer Hulya Gulbahar, nivîskar Ayşe Duzkan, parêzer Sevda Bayramoglû û endama Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Esmeray cih bigirin.

Di rûniştina duyemîn de wê mijara "Şer, dijwarî û şoreşa Rojava" were nirxandin. Axaftvanên vê rûniştinê jî Berpirsyara Têkiliyên Derve ya Jinên PYD'yî Helîme Yûsif, endama Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê Doç. Dr. Nazan Ustundag, Parêzer. Merîç Eyupoglû û nûnera Jinên Suryanî ye.

Beşa dawî ya aktîvîteyê jî dê weke forûmê derbas bibe. Hemû jin, takekesên LGBTÎ û nûnerên saziyan ên beşdar, wê şahidiyên xwe yên der heqê tundiyê de parve bikin.