Jin dê ji bo 'Azadiya Oclana' bimeşin

Jin dê ji bo 'Azadiya Oclana' bimeşin

Platforma Ji bo Azadiyê ji Ocalan re Azadî û DOKH dê di 25'ê Tebaxê de li Amedê bi tevlîbûnek mezin civîna jinan pêk bînin. Jin ji bo balê bikşînin ser şert û mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dê di 28'ê Tebaxê de jî li Deriyê Çiyê meşekê pêk bînin.

Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di sala 2'emîn de berdewam dike. Li hemberî vê yekê bertek û nerazîbûn jî zêde dibin. Platforma Ji bo Azadiyê ji Ocalan re Azadî û DOKH, ji bo tecrîda li ser Ocalan şermezar bikin û ji Ocalan re azadiyê bixwazin, dê di 25'ê Tebaxê de li Amedê bi tevlîbûnek mezin civîna jinan pêk bînin. Nûnerên saziyên jinan dê bi tevlîbûnek mezin hem li ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan tê meşandin û hem jî dê geşedanên dawî niqaş bikin.

Civîn dê li Salona dahwetê ya Geterlerê di demjimêr 14.00'an de pêk bê. Jin dê di 28'ê Tebexê de jî dê li Deriyê Çiyê kom bibin û heta Birça Bizinê meşek bi girseyî pêk bînin. Meş dê di demjimêr 16.00'an dest pê bike û ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azadî bê xwestin. Jinan banga tevlîbûnê kir û xwest her kes li dijî tecrîdê tevlî meşê bibin.