Heyeta ji Hevserokê KCD’ê Aysel Tugluk û parlementerên BDP’ê Ayla Akat, Emine Ayna û Mulkiyê Birtane pêk ten di 10'ê Tebaxê de hatibûn Hewlerê bi Jinên Herêma Federal a Kurdistanê re hevdîtin pêk anîn. Hevseroka KCD’ê Aysel Tûglûk jî ji bo Rojavayê Kurdistanê banga alîkariyê kir û diyar kir ku dê heyet jinan biçe serdana Rojava.
Parlementera BDP’ê Mulkiye Birtanê armanc û encama serdan û hevdîtinên xwe nirxand û got: “Bi hemû hest û baweriya xwe em piştgiriyê didin Rojavayê Kurdistanê. Pêwist e hem di aliye aborî hem ji aliyê menewî de piştgirî û alikarî bê dayin ji ber ku li wir sistemek nû tê avakirin gelek pêdivî hene ji bo ku em jinên kurd yên siyasetmedar piştgiriya xwe ji bo rojavayê Kurdistanê bikin em li navenda Başûrê Kurdistanê Hewlêrê civiyan û em gihiştin encaman wê komite were amadekirin ev komîte ji bo li ser alikarî û diplomasiyê madî û manewî bide gelê me yê Rojava.”
Serdanên heyeta parlementerên jin ên kurd li Herêma Federal a Kurdistanê didome. Der barê armanc û encama serdana Herêma Federal a Kurdistanê de Parlementera BDP'ê ya Qersê Mulkiye Birtane wiha anî ziman: “Em weke çar parlementerên jin ê Partiya Aştî û Demokrasiyê BDP’ê ji Bakûrê Kurisatanê hatin, Başûrê Kurdistanê ji bo ku jinên kurd ên siyasetmedar bikarin çawan kîjan piştgirî bidin Rojavayê Kurdistanê bi wê boneyê me hevditin pêk anîn. Di meha gulanê de 1. Konferansa Netewî ya Jinên Kurd hat li darxistin di wê konferansê de em gihiştibûn hinek biryaran di biryarên konferansê de ji li kijan parçeyê kurdistanê bibe bila bibe li hember zilim û zordariyê li hember şîn û şahiyê divê jinê kurd xwedî yek helwest be. Gelê Rojavayê Kurdistanê di nava şert û mercên zehmet de di nav şoreşekê de ye ji bo piştgiriya wan ji destekek lazim e. Li Bakûrê Kurdistanê ji KCD’ê kampanyek ji bo Rojavayê Kurdistanê da destpêkirin. Bi hemû hest û baweriya xwe em piştgiriyê didin Rojavayê Kurdistanê pêwist e hem di aliye aborî hem ji manewî de piştgirî û alikarî bê dayîn ji ber ku li wir sîstemek nû tê avakirin gelek pêdivî hene ji bo ku em jinên kurd yên siyasetmedar piştgiriya xwe ji bo rojavayê kurdistanê bikin em li navenda Başûrê Kurdistanê Hewlêrê civiyan. Ji partiya Goran, Partiya Yekgirtoyî îslamî, YNK, PDK, bi nûner û parlementeran re tevlî vê civinê bûn, her wiha Hevseroka PÇDK’ê û ji Bakûrê Kurdistanê ji BDP’ê em çar jinên parlementer tevli vê civinê bûn. Partiya Şûî ji ber civîna wan ya li Bexdayê nekarin tevli vê civinê bibin. Em gihiştin encaman wê komite were amadekirin ev komite ji li ser alikarî û diplomasiyê madî û manewî bikare piştgirî bide gelê me yê Rojava. Bi taybet jinên ku li Rojava pêşengti kirin piştgirî bidin û ji neha û pêde ji ev şoreşa pêkhatiye em gavên xwe paşve ne avêjin û piştgirî bidin hevdû me ev civin çêkir û em gihiştin van encaman”
‘ARMANCA ME 2'EMÎN KONFERANSÊ NETEWEYÎ YA JINA KURD BÛ’
Mulkiye Bîrtanê dest nîşan kir ku ev biryarên ku jina Kurd di konferansa Netewî ya jinên Kurd de girtine ew hemû jinên kurd eleqeder dike û wiha bangavaziya jinan Kurd kir: “Biryarên ku em bidin siyasetmedarên jin yên kurd wê li her çar parçeyên Kurdistanê tev girêdayi van biryaran bibin. ji ber ku ev biryarên me girtine ji bo yekgirtiya netewî ya kurd bû. Her wiha parityên ku ne amade ji bûn di civînê de wê piştgirî bidin van biryaran û bi piştgiriyek mezin bi mere bin.Bangawaziya me di nava hemû şoreşan de rolê jinê gelek giringe di hemû şoreşan de yên ku rolê jinê înkar kirine ew şoreş têk çone her kes dizane ku şoreşa gelê kurd li ser milên jinên kurd û mêrên kurd tê meşandin her wiha rola jinê di têkoşina gelê kurd de gelek giringe di kijan parçe dibe bila bibe em piştgirê ji bo rojavayê kurdistanê dixwazin. Em bang li jinên Rojava jî dikin ku bi tu awayî dest ji vê şoreşa xwe bernedin û lezê bidin rêxistina xwe bi hemû hêza xwe em piştgiriya wan dikin.”