Jin çûn ser gora Dayika Taybet

TJA çû serdana gora Dayika Taybet a ku Silopiyê dewletê ew qetil kiribû û cenazeyê wê bi rojan li erdê hatibû hiştin.

Meclîsa Jinên HDP'ê ya Şirnexê û TJA'yê, bi minasebeta Roja Dayikan gora Taybet Înan ziyaret kirin. Meclîsa Jinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê û Tevgera Jinên Azad (TJA), bi minasebeta Roja Dayikan gora dayika Taybet Înan a di 19’ê Kanûn 2015’an de li navçeya Silopiyê ya Şirnexê ji aliyê hêzên taybet ên polîsan ve hat qetilkirin ziyaret kirin. Parlamenterên HDP’ê ya Şirnexê Nuran Îmîr, Hevşaredar Silopiyê Adalet Fîdan, Hevseroka HDP’ê ya Silopiyê Suzan Aşkin, keça Dayika Taybet Halîme Akin û gelek jin li Goristana Başak(Şehîd) a ku li taxa Nuhê ye amade bûn. Li goristanê Nuran Îmîr a HDP’yî axivî û Roja Dayikan li hemû dayikên cihanê pîroz kir. Nuran Îmîr, anî ziman ku di sedsala 21’emîn de êş û elem di vê rojê de pêşwazî dikin û wiha got: “Nirx û keda herî pîroz ya zarokên dayikan e. Pîrozbahî û diyariya herî pîroz ku mirov bide dayikan jî parastina jiyana zaroka wê ye berê her tiştî. Ji ber xwe xûliqandina jiyanê afirandina cihanê jî ji bedena jinê pêk tê. Lê belê îro di keseyata bedena jinê de erdnigariya jiyanê her çar aliyê wê di nav şer de û gergeşê yê de ye.”

Nuran Îmîr, êrîşên li dijî goran şermezar kir û wiha domand: “Di vê rojê de jî li gûndekî Hezexê û li gelek bajarên Kurdistanê êrîşê goristana tên kirin. Kevirên goristanan dişkînin. Ev êrîşên tên kirin hovîtî ye. Mirov êdî nikare li dijî vê nêzîkatiyê tu tiştî bibêje. Bi hezaran dayikên me di vê sedsalê de bi konsepta îmha û înkarê ku Komara Tirkiyeyê li ser gelê kurd rewa dibîne bi hezaran dayikên me bi hesret û çav vekirî me sipartiye axê. Heta îro jî ev şer berdewam dike. Dayika Taybet jî îro bû axa Kurdistanê û bû dayika me hemûyan. Di nirxê hebûna Dayika Taybet de hemû dayikên me yên ku nirxên xwe afirandin û xwedî derketin ji bo me ferz e.”

Keça Dayika Taybet Halîme Akin jî got dayik hebûn û hêviya jiyanê ye û li dayikên xwe, xwedî derbikevin. Hevşaredar Adalet Fîdan jî diyar kir ku ax jiyane û tim jiyanê diafirîne û got: “Em hêvî dikin ku afirandina jiyanê neyê qetil kirin. Ev gulên ku em li ser goran diçînin jî hêzê didin ku demek nêz de bi dawî bibe. Em Roja Dayikan li hemû dayikên cihanê pîroz dikin.”

Jinan piştî axaftinan gul li ser gora Dayika Taybet çandin û laçika spî danîn ser gora wê. Jin, çûn serdana malbata Pakîze Nayir a ku di 4’ê Çileya 2016’an de hat qetilkirin.