Gelek saziyên jin yên di pêşengiya DOKH'ê de li hev kom bûn, daxuyanî dan û diyar kirin ku, ji bo piştgiriyê bidin greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger dê sibê bi girseyî dakevin kolanan û daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Jinan diyar kirin ku, çalakî ket roja 58'an û dê sibê li ber Mala Sersaxiyêya Piraniyan bi girseyi daxuyaniyê bidin.
Çalakiya birçibûnê ya girtiyên ji doza PKK'ê û PAJK'ê di roja 58'an de berdewam dike. Di pêşengiya Tevgera Jinên Azad û Demokratîk (DOKH) de, gelek saziyên jinan yên Amedê li ber Navenda Jinan ya Kardelen (KADEM) daxuyanî da çapemeniyê.
Li ser navê xebatkarên jinan Yildan Altun diyar kir ku, 3 daxuyaniyên girtiyan hene û wiha got: "Girtiyên ketine greva birçîbûnê hatin ber mirnê. Lê hikûmeta AKP'ê van daxwazên girtiyan li ber çavan nagire. Dixwaze dawazên girtiyan berovajî bike. Hikûmeta AKP'ê dixwaze her tiştî bervajî bide nîşandan û înkar bike. Di şer de herî zêde em jin êşê dikişînin û bedelan didin. Em bawer dikin dê jin karibin şer rawestînin. Ji bo vê yekê em dê dakevin kolanan. Ji bo em rê li pêşiya mirinan bigirin em dê sibê di demjimêr 18.00'an de li ber Mala Sersaxiyê ya tenişta Girtîgeha Tîpa E Amede daxuyaniyê bidin çapemeniyê."
Di cina DOKH'ê de endam û rêveberên Înîsiyatîfa Dayîkên Aştiyê, Kolemeya Jinan ya Cerenê Koleleya Jinan ya Selisê, Mala Jinan ya Kardelen, Meclîsa Jinan ya BDP'ê ÎHD'ê Komisyona Jinan, DÎKASUM, EPÎDEM, KADEM, Kooperatîfa Jinan ya Rezan, Komîsyona Jinan ya KESK'ê, Meclîsa Jinan ya Yerel Gundemê komîsyona Jinan ya KCD'ê komisyonên jinan yen TUHAD-FED, GOÇDER, MEYA-DER, Navenda Çandê ya Dicle-Firatê amade bûn.