Jin a ku Êzidî ji DAÎŞ'ê rizgar kir: Nefe Hûbeyt

Niyîm Nefe Hûıbeyt jineke Ereb e û li Tebqayê ye. Dibêje, tevî ku ditirsiya jî ji YPJ'ê cesaret werdigirt û 8 jinên Êzidî ji destê çeteyên DAÎŞ'ê rizgar kir.

DAÎŞ dema ku derkete holê, bi taybetî piştî dagirkirina Mûsilê dîmenê hovîtiya xwe kişand, ew dîmen belav kir û bi vî rengî tirs xiste dilê mirovan. Bi saya vê tirsê gelek dever bi dest xist. Artêşên dewletên Sûriye û Iraqê li gelek herêman bêyî ku şer bikin xwe ji ber DAÎŞ'ê vekişandin.

Hêzên YPG, YPJ û QSD, bêyî ku piştgiriyê ji kesî werbigirin li Şengalê bi alîkariya Êzidiyan ve çûn û li Kobanê derba destpêkê li DAÎŞ'ê xistin, bi vî rengî bûn navê hêvî û cesaretê. Têkoşîna YPJ'ê herî zêde bandor li jinên Ereb kir. Li dijî tirsî bû cesaret.

Gelek jinên Ereb li herêmên di destê DAÎŞ'ê de bûn piştgirî dan YPJ'ê. Di rizgarkirina jinên Êzidî de yên ji aliyê DAÎŞ'ê ve hatin revandin û kiribûn kole, bi roleke girîng rabûn û tevlî karên YPJ'ê û jinan bûn.

Riyîm Nefe Hûbeyt jî jineke Ereb e ku li Tebqayê destê xwe dirêjî jinên Êzidî kir ên ji aliyê DAÎŞ'ê ve hatin revandin û kir ku hin ji wan rizgar bibin. Riyîm ku şahida hovîtiya DAÎŞ'ê ye, di nava salekê de 8 jinên Êzidî ji koletiyê rizgar kir. Riyîm diyar dike ku li gel tirsê jî wê bi cesareta ji YPJ'ê wergirtî ev yek kir. Riyîm piştî ku Tebqa hate rizgarkirin cihê xwe di nava Meclîsa Jinan a Tebqayê de girt û niha tevlî karê Desteya Jinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê dibe.

2 SALAN BI DIZÎ ÇÛ ZANÎNGEHÊ

Riyîm Nefe Hûbeyt jineke Ereb a 29 salî ya ji Serêkaniyê ye. Di biçûkaniya xwe de tevî malbata xwe li Tebqayê bi cih dibe û li wir dimîne. Sala 2011'an dema ku şerê Sûriyeyê rû da Riyîm Nefe Hûbeyt li Tebqayê bû. Di navbera salên 2013-2014'an de li Zanîngeha Hesekê xwe li mamostetiya polê qeyd dike. Lê belê mîna xwendekareke ji rêzê nikare xwendina xwe bidomîne. Di demekê de ku hem Ahrar Şam û Cephet El Nûsra li bajêr serdest bûn, hem jî DAÎŞ serdest bû, ji bo tevlî ezmûnan bibe bi dizî diçe Hesekê. Dema ku diçû pola 3'emîn ji ber ku çûn û hatin êdî gelekî zehmet bû, Riyîm nekarî xwendina xwe dewam bike.

Riyîm bi vî rengî qala wê demê dike: "Min gelekî dixwest bixwîne. Di nava 4 zarokên malbata xwe de yekane ya li ser xwe ez im. 3 xwişk û birayên min ên din ji aliyê mejî ve astengdar in. Li gel zexta OSO û Nûsra jî malbata min qebûl kir ku biçim zanîngehê. Nexwestin dilê min bihêlin. Ez jî 2 salan tevî zor û zehmetiyan çûm dibistanê. Di dema OSO de, di dema DAÎŞ'ê de zexteke giran li jinan dihate kirin. Herduyan jî jin di nava çarşefa reş de dipêçan. Wezîfeya jinê tenê bibe hevser. Her cara ku diçûm dibistanê, diçûm tevlî ezmûnan bibim min çarşefa reş li xwe dikir û tevlî sivîlên din dibûm. Dema ku digihîştim aliyê Til Temirê min çarşefa reş ji xwe dikir. Ew der herêma YPG û YPJ'ê bû. Min xwe li wir ewle didît, azad didît. Eger malbata min ne li Tebqayê bûya wê demê ez venedigeriyam Tebqayê. Piştî ku 2 salan çûm dibistanê welê bû di sala 2016'an de nikaribim biçim dibistanê. Zext û zordarî zêde bûbûn û DAÎŞ'ê li ser rêyan gelekî kontrol dikir."

JINA ÊZIDÎ YA KU HEWL DIDA JI DAÎŞ'Ê BIREVE NAS KIR

Riyîm Nefe Hûbeyt dibêje, piştî ku ji neçarî dest ji dibistanê berda, ji ber rewşa nebaş a madî ya malbata wê, tevî bavê xwe li maleke taybet a înternetê dest bi kar kir. Riyîm di vê demê de jinên Êzidî nas kir û nekarî li pêşberî êş û trajediya wan xemsar bibe.

Sala 2016'an dema ku balafirên koalîsyonê li Tebqayê dan, Riyîm û dayika wê li derve jinek û zarokeke Êzidî nas kirin. Riyîm difikire ku jin DAÎŞ'iyeke biyanî ye û bi guman nêzî wê dibe. Ditirse ku xwe nêzî wê bike. Dilê dayika wê bi jinê dişewite, lewma ew diçin gel wê û piştî ku pê re diaxivin hîn dibin ku jin ne DAÎŞ'î ye, lê belê jineke ku qurbaniya hovîtiya DAÎŞ'ê ye. Riyîm dibêje, "Jin tevî keça xwe ya 8 salî reviya bû. Gelekî bi tirs bû. Navê jinê Zorma bû, navê keça wê jî Zûhûr.

Ji me re qala bûyerên bi serê wê ve hatin kir. Dema ku me lê guhdarî dikir em gelekî diêşiyan. Sala 2014'an tevî Êzidiyên Şengalî ew û keça xwe jî ji aliyê DAÎŞ'ê ve hatibûn revandin. Piştre ew firotibûn gelek mêran. Herî dawî piştî ku DAÎŞ'ê xwest keça wê jê bistîne û bifiroşe, ew jî reviya."

'EM DI NAVA TIRSÊ Û MIROVAHIYA XWE DE ASÊ MAN'

Riyîm Nefe Hûbeyt diyar kir ku wan jina Êzidî ya bi navê Zorma û keça wê li mala xwe veşartin, lê bi demê re tirsa girtinê kete nava wan û wiha dewam kir: "Ez gelekî ditirsiyam. Eger em bihata girtin hem ew, hem ez, hem jî malbata min wê biqediyabûna. Ji ber ku dayika min karê dirûtina kincan dikir, gelek mirov bi ser me ve dihatin û diçûn. Roj bi roj bi tirs û fikar dibûm ku wê jinê bibînin û giliyê me bikin.

Me hovîtiya DAÎŞ'ê 2 salan bi çavên xwe dîtin. DAÎŞ'ê li qadê serê gelek mirovan jê kir û bi me da temaşekirin. Her wiha carekê min dît ku DAÎŞ'ê ciwanek ji ser avahiyekê avêt xwarê. Welê li me hatibû ku em di nava tirsê û mirovahiyê de asê mabûn. Li şûna Zûrma û jinên din ên Êzidî de dikarîbû em bûna. Em li vê difikirîn û çiqasî bi tirs jî bûn me nekarî jê re bêjin 'ji mala me biçin'."

ZORMA Û KEÇA WÊ JI DAÎŞ'Ê RIZGAR KIRIN

Riyîm ji bo jina Êzidî ya li mala xwe vehewand rizgar bike, bi YPJ'ê re têkilî danî û ev sohbeta wê ya bi YPJ'ê re hêz da wê. Riyîm anî ziman ku di vê demê de wê cesaret û hêza xwe dîtiye û qala wê dike bê çawa Zorma û jinên din ên Êzidî rizgar kir: "Bi temê re zextên DAÎŞ'ê zêde dibûn. DAÎŞ'ê wêneyên jin û zaroka ku reviyabûn bi dîwarên Tebqayê ve kiribû. Li gel Zorma nûmareyeke xizmên wan ên Iraqî jî hebû. Em lê geriyan lê derneket. Piştre, di demekê de ku me xwe bêçare dît, xizmên me yên li Iraqê hatin bîra me. Em li wan geriyan. Wan jî xwe gihandin xizmên Zorma.

Piştî demeke kur hevalên YPJ'î ji Kobanê li me geriyan. Gotin ku jineke Reqayî ya Ereb wê bên Zorma û keça wê werbigire. Piştî rojekê hat û ew birin. Zorma û keça wê bêyî bên girtin birin gel hevalan û hevalan jî ew ji wir birin. Dema ku me bihîst ew bi saxî û bi ewle gihîştine cihên xwe ez û dayika min em gelekî kêfxweş bûn. DAÎŞ ku bi giranî ji Ereban pêk dihat, zilmeke welê li me Ereb ên Misilman dikir, gelo zilma ku li xwişk û keçên Êzidî dikir çawa bû. Me bi giraniya vê zilmê zanîbûn."

LI GEL YPJ'Ê 7 JINÊN ÊZIDÎ RIZGAR KIR

Riyîm piştî rizgarkirina Zorma û keça wê diyaloga xwe ya bi YPJ'iyan re zêde kir û êdî dest bi karê ji bo rizgarkirina jinên Êzidî kir. Li gel tirs û fikarê jî destê xwe yê alîkariyê dirêjî jinên Êzidî kir. Riyîm dibêje ku wê ev yek bi cesareta ji YPJ'ê wergirtî dikir: "Heval êdî timî li min digeriyan. Dema ku min bi wan re pêwendî diatanî ez gelekî rehet dibûm. Ji qefesa DAÎŞ'ê rizgar dibûm û diçûm dinyayeke cuda. Dibûm Riyîmeke cuda. Min dest ji her tiştî berdida û ji bo bicihanîna wezîfeya xwe hewl dida. Eger em bihatina girtin em ê hemû bihatina kuştin, lê belê eger min alîkarî bi wan re nekiribûya wijdanê min rehet nedibû.

Hevalan bi rêya telefonê timî moral didan min. Digotin, 'Hindik ma, hinekî din jî li ber xwe bidin, em ê Reqayê, em ê Tebqayê rizgar bikin. Li Tebqayê wê careke din dengê kengê jinan bê bihîstin'. Ev yek ji bo min gelekî dibû moral. Min bi vî rengî salekê alîkarî da hevalan. Min 7 jinên din ên Êzidî rizgar kir. Hevalan cihê jina ji min re digotin, ez jî bi dizî diçûm wir û ew ji wir digirt. Piştre jî jina Reqayî dihat ew digihand hevalan."

'BI RIZGARKIRINA TEBQAYÊ RE EM JI NÛ VE JI DAYIK BÛN'

10'ê Gulana 2017'an dema ku Tebqa ji aliyê hêzên QSD'ê ve hate rizgarkirin Riyîm jî li Tebqayê li benda YPJ'iyan dimîne. Riyîm Nefe Hûbeyt anî ziman ku dema dît Tebqa ji DAÎŞ'ê hatiye rizgarkirin û şervanên jin li nava bajêr dît, hingî hêviya wê ya ji bo paşerojê zêde bûn û got, "Di dema DAÎŞ û OSO de me gelek nebaşî û zilm dît. Lê belê ji dema ku hêzên QSD'ê Reqa rizgar kirine û vir ve em rehet in. Ez vê yekê ji dil dibêjim. Taybetmendiya bingehîn a QSD'ê û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ew e ku qîmetê didin jinan û maf û azadiya jinan diparêzin. Ji her alî ve qîmetê didin jinan. Jin di nava siyasetê, li leşkeriyê û li her qadê hene. Vê yekê gelekî bala min kişand û ji dil ve bi wan ve hatim girêdan.

Min nedît ku rejîm, yan jî OSO, Cephet El Nûsra û DAÎŞ qîmetê dide jinan. OSO û DAÎŞ'ê jiyana jinan girantir kirin û welê li wan kirin ku nikaribin bijîn. Ji ber vê yekê, ji bo min gelekî hêja ye ku ez weke jineke Ereb li Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û herêma QSD'ê dijîm. Bi saya wan em jin êdî xwe hêja dibînin û hêza xwe bêhtir nas dikin."

TEVLÎ KARÊ JINAN BÛ

Piştî ku Reqa hate rizgarkirin Riyîm tevlî nava karên civakî bû û destpêkê cihê xwe di nava Meclîsa Jinan a Tebqayê de girt. Li akademiyan perwede dida jinên Tebqayî yên mîna xwe. Riyîm Nefe Hûbeyt hîn jî di nava karên Desteya Jinan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur-Rojhilatê Sûriyyê de cih digire. Riyîm Nefe Hûbeyt herî dawî dibêje, "Niha di nava rêveberiya xweseriya demokratîk de gelek jinên Ereb hene, gelek ji wan tevlî kar bûne. Gelek jinên Ereb tevlî nava YPJ'ê bûn.

Em êdî ji bo paşerojê hîn bêhtir bi hêvî ne. Bêguman di nava civaka de me ji aliyê jinê û demokrasiyê ve pêwîstî bi pêşketineke mezintir heye. Lê belê em jin dibînin ku xwedî hêzeke xurt in. Em hewl didin paşeroja xwe bi destê xwe ava bikin. Ji ber vê yekê em bi hêvî ne."