Ji YJA’yê banga xwedîderketina li hemleya gerîlayan

Ji YJA’yê banga xwedîderketina li hemleya gerîlayan

Koordînasyona Yekitiya Jinên Azad-YJA ‘operasyona şoreşger û pêvajoya berxwedanê’ ya ku bi pêşengiya gerîlayên YJA STAR’ê pêş ketin silav kir. YJA Starê bang li gel kir ku bila xwedî li hemleya gerîla derkevin.

Di daxuyaniy nivîskî a YJA’yê de hate destnîşan kirin ku di têkoşîna azadiya gel^ekurd de rojên dîrokî û girîng pêk tên. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Di dîrokê de her tim li hemberî gelê kurd pêvajoyeke înkar û asîmîlasyonê pêk hat. Hemû daxwazên gel bi şîdetê tune hatin hesibandin. Tevgera Azadiya kurd wekî serhildana dawî bi berxwedaneke mezin ji bo daxwazên gelk têkoşiya. “

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Têkoşîna 40 salî ya bi pêşengiya PKK’ê hate dayîn û lêgerîna çareseriya pirsgirêka kurd a bi riyên demokratîk û siyasî ya rêberê me û rêxistina me meşand her tim bi qelsiyê hat şîroveirin; bi tasfiyeyê bersiv da. Hikûmeta AKP’ê li hemberî pêvajoya ku wekî pêvajoya Oslo dihat zanîn bi konsepta tasfiye û marjînalekirinê bersvi da û bi ser neket. Piştî bi ser neket tecrîda liser Rêberê Gelê kurd giran kir. operasyonên siyasî û lelşerî zêde kir. Qada siyasî ya kurd a legal rastî êrîşên hovane hat. Bi hezaran kes hatin girtin. Ji bo me jî tenê riyek hebû ew jî têkoşîn bû.”

EM LI DORA BERXWEDANA GERÎLA BIBIN XELEK

YJA’yê bal kişand ser operasyona gerîlayan a li Şemzînanê dane dest pêkirin û wiha got: “Divê gelê me li hemleya gerîla xwedî derkeve. Em berxwedana Şemzînan, Çelê û Elkê silav dikin. Em bang li gelê xwe dikin divê bi hêzeke mezin xwedî li vê hemleyê derkeve. Jinên kurd û gelê k udi pêvajoya dawî de bi çalakiyên xwe gelek erênî bûn. Herî dawî duh dayikekê li Elkê got;Êdî bese ez 30 sale derewên we guhdarîdikim, êdî guhdarî nakim. Em bang li gelê xwe dikin ku bila li dora vê dayikê bibin xelek. Di vê esasê de em bang li ciwan û jinan dikin ku bila bibin pêşengên vê têkoşînê.”