Gerîlayên jin ên YJA-Starê li navçeya Qilaban a Şirnexê çalakiyek li dar xist û di encamê de leşkerek hat kuştin.
Navenda Çapemeniya YJA Starê derbarê çalakiyê de agahî da û got: “Di 7’ê Mijdarê de li navçeya Qilabana Şirnexê li dijî leşkerên li Girê Meymûn bi cîh bibûn ji aliyê gerîlayên me yên YJA Starê çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de leşkereke dijmin hatiye kuştin. Piştî çalkaiyê artêşa dagirker a tirk li dijî herêma çalakiyê bi helîkopterên kobrayan, hewan û obusan herêm bombebaran kiriye.