Gêrîlayên YJA STAR’ê (Yekîneyên Jinên Azad) li dijî wesayîta cebilxane ji Alaya Garê ya navçeya Şemzînana Colemêrgê re dibir çalakî pêkanî.
Daxuyaniya ku ji aliyê Navenda Çapemeniya YJA STAR’ê ve hatiye kirin hate gotin ku, “ Gêrîlayên me roja 30’ê Tebaxê li dijî wesayîteka cebilxane ji Alaya Garê ya navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê re dibir çalakî pêkanîne. Di çalakiyê de wesayît texrîp kirine, mirî û birîndarên dijmin ji aliyê me ve nehatine zelalkirin.”