Tevgera jinê ya Rojavayê Kurdistanê Yekîtiya Star, bi armanca piştgiriya girtiyên PKK û PAJK’ê yên li girtîgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ku ev 54 roj in di greva birçîbûnê de ne, çalakiya greva birçîbûnê da destpêkirin.
Çalakiya greva birçîbûnê li Navenda Rehabîlîtasyon û Hişmendiyê ya Jinê dest pê kir. Ji gundên Sencaqa Sadun, Sencaqa Xelîl, Kerengo û navenda Amedû 50 jin tevlî çalakiyê bûn.
Di çalakiyê de Dayika Aştiyê feîze Yunis axivî diyar kir ku ew komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar dikin. Yunis, anî ziman ku daxwazên girtiyên PKK û PAJK’ê daxwazên wan in jî û heta dawiyê piştgiriyê didinê. Çalakiya greva birçîbûnê dê di 6’ê sermawezê de bidawî bibe.