Ji Utamara ‘Şahiya keskesor ya navbera çandan’

Ji Utamara ‘Şahiya keskesor ya navbera çandan’

Navenda Jinan a UTAMARA bi dirûşemeya ‘Zarok pêşeroja me ne, hêviya pêşeroja me ne’ dê ‘Şahiya Keskesor a navbera Çandan’ pêk tîne û hemû jin vexwendî kir.

Hevdîtina jina di 26’ê Gulanê de li Navenda Jinan a UTAMARA dê pêk were. Rayedarên UTAMARA wiha gotin: “Em îsal hemû kesî vexwendiyê şahiya xwe ya keskesor ya navbera çandan a ku her sal tê lidarxistin dikin.”

Di daxuyaniya ku UTAMARA da de wiha hat gotin: “ çawa ku rengên Keskesorê ji xweşikahiya wê tên,  dewlemendî û xweşikayani çandê jî bi reng, dîrok û çîrokên cuda yên jinan dê bi hevdîtina keskesor a navbera çandan bê cem hev.  Şahiya me  ji bo bîranînan Uta (Uta Schneîderbanger) û Amara (Ekîn Ceren Dogruak) dê pêk were.

Rayedarên navendê diyar kirin ku wan navê her du şoreşgerên eneternasyonalîst  Uta û Amara li saziya xwe kirine û got: “Her ku hevalên me yên ku ji gelên cuda bûn xwestin di navbera mirovan de pira çandî ava bikin. Ji bo jiyaneke azad bê sînor tevli bûn.  Em bi wesîleya salvegera şehadesta wan şahiya xwe  ya îsal ji bo zarokan pêk tînin.”

Bang li jinan jî hat kirin û wiha hat gotin: “Hun jî bi hêvî û xewnên xwe tevl çalakiya me bin.  Tevlibûna we jinan ya ji çand û gelên din dê gelek bi wate be.  Bi lîstikên cuda, pêşangeha wêneyan û reskê dê hêvî û xeyalên zarokan bê parvkirin.

Bernameya şahiyê jî gelek dewlemende.  Ji Bîelefeldê Komal Kulîkên Cizîra Botan, koroya zarokan a Ceylan Onkol ya Darmstadt, ji Dusseldorfê folklora zarokan û balerîn Sevdanaz Ceylan dê derkeve ser dîkê. Lîstikên cur bi cur dê bên lîstin.   Hunermend Eylem û Zozan dê bi standên xwe tevli bibin.

Her wiha dê di 31’ê Gulanê de jî saet di 17.00’an de gora Uta Schneîderbanger bê ziyaretkirin.