Ji Utamara kampanyayeke nû

Ji Utamara kampanyayeke nû

Navenda Kombûna Jinê Utamara ku di têkoşîna li hemberî tundiya li dijî jinê de bi kampanya û xizmetên xwe tê nasîn, bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li hemberî Jinê dest bi kampanyayeke nû kir. Navenda Jinê kampanya "Ji Qelen re Na" da destpê kirin û bang li her beşên civakê kir ku dawî li vê şermê bînin.

Utamara ragihand ku wan dest bi kampanya "Ji Qelen re Na" dane destpê kirin û destnîşan kir ku di çarçoveya encamên ji projeyên "Jin û Ol" ên 3 mehên Îlon, Cotmeh û Kanûnê yên sala 2012'an de derketine holê, wan biryareke bi vî rengî stendine.

Di daxuyaniya li ser mijarê de hat gotin, "Sedema herî girîng a wergirtina vê biryarê, pêşniyarên jin û ciwanan ên di civîn û semîneran de anîbûn ziman e. Nîqaşên li ser her şêweyên tundiyê, bi taybetî jî nîqaşên li ser mijara qelen di kongreya me de jî hatin rojevê û bi vî rengî vê kampanyayê xwe weke xebateke civakî ferz kir.

Gelek ciwan û jinan, dewamkirina qelenê weke pirsgirêke cidî nrixandin û destnîşan kir ku ji bo qelen ji binî ve bê rakirin, divê têkoşîn were dayîn.

DI BIN HIN NAVÊN DIN DE DEWAM DIKE

Tevî ku qelen li nava gelemperiya gelê Kurd ne serdest be jî, hînê di bin navê cuda yên mîna "Heqê şîrê dayikê", "heqê xal", "ser derî ber derî" û "qelan" dewam dike. Ev yek berxwedana li hemberî guhetina kevneşopiyeke kevn e."

Navenda Jinê, encama lêkolînên xwen, semînerên lidar xistin û vegotinên şahid û çîroka jinên serî li saziya wan dane, bi vî rengî parve kir:

"Mijara qelen yek ji pirsgirêkên herî girîng ên civakî yên roja me ye. Di heman demê de şêweyeke tundiyê ya kevneşop e. Heta ku ev birîndara civakî neyê pêçandin, dê civak û têkiliyeke çê dernekeve holê. Qelen çavkaniya xwe yekser ji feraseta ku jinê weke milk dibîne, digire. Nêzîkatiyeke paşverû ye ku jinê weke vîneke azad nabîne û di berdêla pere de nirx û qîmetê jinê dadixîne. Li ser navî dibe bila bibe, divê ev yek bi ti awayî neyê qebûlkirin.

NE TENÊ JIN DIVÊ MÊR JÎ TÊBIKOŞIN

Qelen, jinê vediguherîne metayekê û dadixên asta ku dikare were kirîn û firotin. Diyare ku ev pêkanîn jinê biçûk dixwîne, vîna jinê û rûmeta wê binpê dike. Ev rewşa paşverû ne tenê jinê di heman demê de mêr jî biçûk dixîne. Têkiliyên civakî ev yek îspat kiriye ku li cihê kole hebe, efendî jî dê ti carî azad nebe. Ne tenê jin, divê mêr jî li dijî vê têkiliya milkî, koledarî têbikoşin. Azadiya civakî ancax bi vî rengî bi dest bikeve."

DAWÎ LI VÊ ŞERMÊ BÎNIN

Utamara got, "Bi kîjan navî dibe bila bibe em di wê baweriyê de ne ku divê ev şerm bi temamî bê rakirin" û di serî de jin bang li tevahiya beşên civakê kir ku destekeke aktîf bidin kampanyayê.

Navendê ev bang kir: "Em li bendê ne ku di serî de jin û ciwan her kesên dixwazin beşdarî kampanyayê bibin nêrîn û pêşniyarên xwe pêşkêşî me bikin. Em bang li her kesên hişyar û hestiyar dikin ku li dijî tundiya li hemberî jinê têbikoşin, bi taybetî jî destekeke aktîf bidin kampanya me ya li dijî qelen."

Navenda Kombûna Jinê Utamara ku di sala 2006'an de ava bû, bi xizmetên xwe yên şêwirmendî, destek, aktîvîteyên civakî û kampan re bala jinên koçber kişand û ji sala 2009'an û vir ve di têkoşîna li hemberî tundiya li dijî jinê de dest bi projeyeke girîng kiribû. Projeya bi navê "Tundî ne çarenûsa me ye, jin hîn dibin bi hev re bijîn" 3 mehan dewam kir. Kampanya ku di Tebaxa 2012'an de bi dawî bû, encamên wê di 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li hemberî Tundiya li dijî Jinê de bi raporekê ji raya giştî re hatibû aşkerakirin.