Ji Utamara ji bo jin û zarokan kampa havînê

Ji Utamara ji bo jin û zarokan kampa havînê

Navenda Kombûna Jinê Umatara ya ji bajarê Elmanya Lînzê xebatên xwe dimeşîne, ji bo jin û zarokan kampa havînê lidar xist.

Kamp bi beşdariya 18 jin û 19 zarokan di navbera 4-29'ê Tîrmehê de pêk hat.

Di kampê de ji jin û zarokan re, bi awayekî cûda li ser pedegaojî û tenduristiya zarokan semîner hatin dayîn û pirsgirêkên zarokên penaber ên nasname û çandî hatin nirxandin.

Bandora neyînî ya pîvan û zextên li ser zarokên tên ferzkirin, ji malbatan re hatin vegotin.

Zarokan jî diyar kirin ku li dibistanan ji ber koçber in, li cihêkariya mamoste û derdora xwe tên.

Ji bo jinan, li gel semînerên pedagojiya zarokan, her weha li ser mijarên zayendîperestina civakî, jin, beden û bedewiyê semîner hatin dayîn. Di semîneran de hat ragihandin ku dijwariya li dijî jinê û zexta civakî hînê dewam dikin.

Di semînerên li ser mijarên beden û bedewiyê de hat destnîşankirin ku sîstema kapîtalîst, bi feraseta çewt a bedewiyê, jin ji xwe xerîb kiriye. 

Jinên beşdarî kampa havînê bûn xwestin, ji bo mêran semînerên xweser û ji bo zarokan jî aktîvîte bên zêdekirin. Kampa havînê bi ger û geştî bi coş bi dawî bû.