Ji sedî 29 kesên zû dizewicin 14-15 salî ne

Ji sedî 29 kesên zû dizewicin 14-15 salî ne

Li gorî lêkolîna Navenda Lêkolîna Civakî ya Dîcleyê (DÎTAM),  temenê ji sedî 65 kesên ku zû dizewicin, hê negihiştiye 16 salî.

Navenda Lêkolîna Civakî ya Dîcleyê (DÎTAM), bi piştgiriya Sefaretxaneya Swêd a li Stenbolê, Weqfa Civaka Vekirî û Odeya Dermanfiroşan projeya zayendiya civakî amade kir. Der barê xebatên projeya DÎTAM'ê xebatkara projeyê Alk. Doç. Dr. Naciye Yildiz daxuyanî da. Yildiz diyar kir ku berê KAMER'e li ser zayendiya civakê û zewaca di temenê zaroktiyê de li Riha, Amed û Sêrtê bi 184 jinan re hevditin plan kiriye û piştî vê planê wan jî li 3 bajaran bi 30 jinan re hevdîtin pêk anîye.

ZEWACA XIZMAYETÎ

Yildiz da zanîn ku wan li aliyê din, bi 22 jin û 19 mêran bi tevahî 41 kesên din ku di zewacên zaroktiyê de rolek mezin lîstiye hevdîtin pêk anîne û wiha got: "Piştî van hevdîtinan û lêkolînê li Stenbol û Amedê du komxebat pêk hatin. Di encama lêkolînên van komxebatan de di nava 184 jinên ku di zarokatiyê de bi zorê hatine zewicandin ji sedî 65 ji wan di bin temenê 16 salî de zewicîne. Di nava 184 zewacan de ji sedî 9, 14 salî, ji sedî 20 di 15 salî de, ji sedî 33 16 salî ji sedî 34'ê wan jî di 17 salî de hatine zewicandin. Di nava van zewacan de ji sedî 40'ê jinan dibistan nexwendine. Li Riha û Sêrtê ji sedî 50 kesên bi zarokî zewicîne xizmên hev in."

JI SEDÎ 75 BI BIRYARA MALBATAN ZEWICÎNE

Yildiz destnîşan kir ku ji sedî 75'ê jinên ku bi zarokî hatine zewicandin, bi biryara malbatê hatine zewicandin û destnîşan kir ku li gorî lekolînê di nava malbatê de jin wekî namûs hatiye dîtin û piştî 20 salî bi tirsa di malê de bimîne dane zewicandin.

Yildiz ragihand ku yek ji sedema zewaca zarokatî jî pirsgireka aborî ye, ji ber jin bi zarokî tên zewicandin, di nava malbatê de bê qîmet tê dîtin û neçar e ku hemû barê malbatê bide ser xwe.