Ji sedî 20 ê sineta jinê ji aliyê profesyonelê tenduristiyê ve tê kirin

Bi wesîleya 6'ê Sibatê Roja Cîhanê ya li dijî Sinetkirina Jinê, hovîtiya li jinê tê kirin careke din hat bîranîn.

Bi wesîleya 6'ê Sibatê Roja Cîhanê ya li dijî Sinetkirina Jinê, hovîtiya li jinê tê kirin careke din hat bîranîn.

Hînê li gelek herêmên cîhanê îşkenceya sinetê li jinan tê kirin. Li gorî rêxistinên li dijî vê pêkanînê têdikoşin, li Afrîkayê ji sedî 20 ê sinetkirina jinê êdî jia liyê profesyonelên tenduristiyê ve tê kirin. Li Endonezya, Rojhilata Navîn û Misirê ev rêje dibe ji sedî 40.

Li Misirê her çend di sala 2008'an de li dijî sinetkirina jinê qanûn hatibe derxistin jî, sinetkirina jinê ya ji aliyê personelên tenduristiyê ve tê kirin, dewam dike.

Li gorî UNICEF'ê, di rewşa heyî de zêdeyî 130 mîlyon jin û zarokên keç, li 29 welatan tên sinetkirin. Her sal 3 mîlyon zarokên keç rastî sinetê tên.

Hejmara jinên li gelemperiya cîhanê rastî sinetê tên, ji daneyên UNICEF û rêxistinên bi vê pirsgirêkê re mijûl dibin, gelekî zêdetir e.

Daneyên tên kifşkirin bi giranî eleqeya xwe bi Afrîka, Yemen, Iraq û Başûrê Kurdistanê re heye. Ev herêm cihên ku destûrê didin NY ku lê lêkolînan bike.

Li gel vê yekê li Îran, Emaretên Ereb ên Yekbûyî, Ûmman, Tacîkîstan, Maldîv, Tayland, Hîndîstan, Pakîstan û Endonezyayê, pirsgirêk baş nayê zanîn.

Bi lêkolînên li 27 welatên cuda yên Afrîkayê re, tê texmînkirin ku hejmara rastî ya jinên rastî sinetê hatine salane 5 mîlyon e.

Li Endonezya ya nifûsa xwe 250 mîlyon e, dema bûyerên sinetê yên li vir lê were zêdekirin, tê îdîakirin ku jinên salane rastî sinetê tên 6,3 mîlyon e.

Li Senegalê ji sedî 17 ê jinan di wê baweriyê de ne ku sinet daxwazeke Îslamê ye. Li Afrîkayê jî sinet bi qeîdeyên civakî tê vegotin.

Li 20 ji 28 welatên Afrîkayê, qanûnên ku sinetkirina jinê weke sûc û binpêkirina mafên mirovan nîşan dide, hatin derxistin.

Lê belê Misir, Gambîa, Gîne, Malî, Sîerra Leone, Çad û Morîtanya, tevî hemû kampanyayan jî weke herêmê herî zêde lê jin rastî sinetê tên e.

Li gorî lêkolînên rêxistinên civakî yên sivîl, li hin herêmên Iraq û Îranê, ji sedî 70 ê jinan rastî sinetê tên, li herêma Silêmanî ya Başûrê Kurdistanê ev rêje ji sedî 65 e.

Sinetkirina jinê ya li Afrîka, Rojhilata Navîn, Asya û Amerîka Başûr, bi rêya koçberiyê xwe gihand Ewropa, Amerîka Bakur û Awûstûralyayê.

Li Ewropayê, Elmanya di sala 2013'an de bû welatê herî dawî yê sinetkirina jinê qedexe kiriye. Tê texmînkirin ku li Elmanyayê 4 hezar zarokên keç di bin gefa sinetê de ne û bi qasî 20 hezar jê rastî sinetê hatine.