Saziya Tipa Edlî ji girtiya nexweşa pençeşêrê Hediye Aksoy re rapora dikare di girtîgehê de bimîne da.
Saziya Tipa Edlî ji Hediye Aksoy ya nexweşa pençeşêr re rapora dikare di girtîgehê de bimîne da. Li gorî agahiyan di raporê de ligel Aksoy nikare bibîne hate nivîsîn jî şertên wê yên tenduristiyê dikare di girtîgehê de bimîne guncawin. Derket holê ku naveroka raporê jî ji parêzerê Aksoy re hatiye şandin.
Jinan ji bo Aksoy serbest bê berdan bi rojan çalakî li dar xistin û bibû sîmgeya girtiyên jin yên nexweş. Hediye Aksoy 18 sal berê di teqînekê de çavên xwe winda kirin û 8 sala di girtîgehê de dermankirina çavên wê nehatin kirin. Aksoy di sala 1998'an de bi efoyê serbest hate berdan û di sala 2007'an de bi hinceta li ser wê îfade hene careke din hate girtin. Aksoy careke din li girtîgehê nehate dermankirin û li girtîgehê vê carê jî bi nexweşiya pençeşêr ket. Doktoran di raporên xwe de ji Aksoy re gotin, "Ji sedî 85 astengdare. Bi tena serê xwe nikare jiyana xwe bidomîne û di şertên girtîgehê de dermankirina pençeşerê nayê kirin" Aksoy li gel serlêdanan hêj di Girtîgeha Bakirkoyê de tê girtin.
Li gorî madeya 16'an ya Zagona Înfazê ya Ceza (CÎK), ji ber ku Aksoy bi tena serê xwe berê xwe nade xwe divê serbest bê berandan, li gel zagon nayê bikaranîn û dermankirina wê jî baş nayê kirin.