Ji şaredariya Baglarê civîna jinê

Ji şaredariya Baglarê civîna jinê

Şaredara navçeya Baglarê ya Amedê Yuksel baran da zanîn ku di encama lêkolînên li Amedê kirine de pirsgirêkên jina yên wekê Perwerde, zewac, şîdet, tenduristî û zimanê dayikê tespîtkirine û gihiştine encamên balkêş.

Şaredariya Baglarê li Mala Jinan a Kardelenê li şaxa Mevlana Halît civînên jinan pêk anîn.Şaredara Baglarê Yuksel Baran, moderatora Mala Kardelenê Mukaddes Alataş, hevseroka BDP’a Baglarê Nezahet Ulken, cigira şaredariya Baglarê Sema Koç û jinên taxê tevli bûn. Yuksel Baran axivî û diyar kir ku ew girîngiyê didin hêza jinê û diyar kir ku proje û navendên jinan yên vekirine re dixwazin pirsgirêkên jinan daxînin asta herî jêr. Baran xebata ku şaredariya Baglarê pêk anîbû bi slaytekê vegot û diyar kir ku bi saya navendên jinan gelek jin bûne xwedî sertîfîka û dîploma.

DI LÊKOLÎNÊ DE ENCAMÊN BALKÊŞ

Baran da zanîn ku li Mala Kardelenê di serî de perwerdehiyên pîşeyî û gelek xebatên din yên wekê kompîtur, muzîk, perwedeya kurdî û çandî  tê dayîn. Baran got ligel vê perwerdehiyên wekê panel û semîner j îtê dayîn.

Baran wiha pê de çû: “Sala borî di mijarên wekê tenduristî, zewac, şîdet, zimanê dayîn pirsgirêk tespîtkirine û bi armanca ku rêjeya şîdetê bipîvin li Amedê ji ser temenê 16’yî profîla jinên lêkolîn kirin û encamên balkêş derketiye holê. Di encama vê de me stargehek jinan vekir. Jinên me yên şîdetê dibînin em dikin bin parastinê.

Baran got Malên Piştgiriya Perwerdehiyê jî eleqeyeke mezin dibînin ûgot ji sedî 75 xwendekarên keçin.

Nezahet Ulker jî got divê jin jî tevli vê pêvajoyê bibin û divê li jî fuhuş, tiryak û tacîzê tevli meşan bibin.