Ji polîsê sivîl yên ku li maseya MLKP ya Şaxa bi Terorê re Têkoşîn a Stenbolê peywirdare 20 sal şûnde îtîraf hat: “Em vî karî bê nefs dikin.”
Dengê skandala tayînkirin a îşkencekar Sedat Selîm Ay ku wekî cibigirê Midûriyet Polîsan a Stenbolê hate peywirdarkirin ku hêj didome, di 21’ê hezîranê de li hembeî rêxistina MLKP operasyona hevdem hate meşandin û di operasyonê de Ozlem Cîhan hatibûn girtin. Çaglayan diyar kir ku li edliyeyê bûye şahidê îtîrafên tecawîzê yên polîsekî sivîl ku di ekîba Ay de cih digirt û li ser maseya TM3 peywirdar bû. Her wiha Çaglayan diyar kir ku ew jî rastî gefa tecawizê hatiye.
Cîhan ku di binçavkirina dozgeriyê de rastî îşkenceyê hatiye, beriya îfadeya xwe dozgeriyê wî polîsê ji 4 hevalên xwe polîsên TM3 re bûyerên xwe yên tecawîzê ku tecawîzê Asiye Zeybet Guzel û Muhabbet Kurt kiribû vedigot.Ev bersivên polîsên sivîl ku 20 sale li ser maseya TMŞ MLKP peywirdare sosretiyeke mezine. Polîsê 50 salî yê sivîl di dema biçavkirinê de li ruyê Cîhanê îtîrafa;” Em vê karî bê nefs dikin, Gelo em tecawîzê te nakin ji ber wê tu naxivî.” Polîsê ku qetilkirina Suleyman Yeter k udi 1996’an de bi îşkenceyê hate qetilkirin jî red nekir û wihagot: “Ev 20 sale ez li piyame. Kesî xwe negîhand min.” Ev gotinên wî jî bi awayekî vekirî derdixe holê ku dewlet kesên ku polîtîkayên tecawîzê pêk tîne çawa diparêze û terfî dike.
WÊNEYÊ SIFIR TOLERANSÊ
Polîsên Şaxa Têkoşîna bi terorê ya Stenbolê îdia dikin li vir îşkence tune, ew berê dihat kirin. Lê mehek berê Ozlem Cîhan li wir rastî wehşeteke mezin hatiye.Cîhan ku niha li girtîgeha Tîpa L ya Bakirkoyê ye tiştê ku hatiye serê wê polîtîkaya îşkence û tecawîzê ya dewletê radixe ber çavan.
Ozlem di 21’ê hezîranê de di serdegirtina malan de hate girtin û tişên jiya wiha vegot: “Dema em binçavkirin çekên giran dan serê me. Em li erdê dirêj kirin û li me dan. Kelepçe piştve li destê me dan.Em kaşkirin.Dema em bi zor rakirin min dirûşme berz kir.Li ser vê yekê li pişt ve l imin dan. Hevala min jî wê demê li erdê dirêj kiribûn û lê didan.
JI BO ÎŞKENCEYÊ KILIFA ‘PROSEDURA BI ZORÊ’
Cîhan wiha pê de çû : Li TMŞ îşkence berdewam kir. Ez di sala 2006’an de jî hatibûm binçavirin. Ligel ku wêne û rêça destê min hebû jî di bin navê prosedura bi zorê de heman tişt l imin ferzkirin. Min bertek nîşanê vê da lê ez derb kirim. Bi zor b imin kirin. min jî bi diruşmeyan bersiv da îşkenceya wan. DNA jî bi heman terzê hate girtin. Pêwistiya min a tuwaletê jî kirin eziyet. Li gorî keyfa xwe em dişandin tuwaletê.Me bi dehan carî digot, me li dîwarê hucreyê dida ancax em dibirin.Li Edliyeyê nedihiştin em bi hevalên xwe re biaxivin.
‘EM VÎ KARÊ BÊ NEFS DIKIN’
Cîhan di berdewamiya axaftina xwe de wiha got:”Em li korîdorê sekinîbûn. 4 polîs lige min bû. Di nava wan de yek hebû. Ruyê wî qet biyanî nedihat. Wî polîsî got ev 20 sale di Tîma TMŞ MLKP de ye. nêzî 50 salî bû, şîşman û porî wî hinek spî bibû. Tecawîza ku li Asiye Zeybet Guzel û Muhabbet Kurt kiribûn bibîrxistin.Ez matmayî mam. Polîs wiha got: “Em wî karî bê nefs dikin. Wê demê nefsa me tune. Gelo me tecawîzê te nekir ji ber wê tu naxivî.” Li li ser vê min jî got binêre û çawa li xwe mikur tên.”
MIN JI DEWLETÊ KIR EZ REHETIM
Cîhan da zanîn kul i ser vê mikûrhatina wan wê jî diyar kirin ku qet hun şerm nakin li ruyê mirovan dinêrin û wiha pê de çû: “Piştî van gotinên min wî jî got;Min 20 sal li pişt xwe hişt. Tu kes dest dane min. Ji ber vê jî ez rehet digerin. “
Cîhan da zanîn ku dema ew anîne girtîgehê polîsekî din gef lê xwariye û gotiye Ozlem em dê piştre he û din bibînin.
Cîhan da zanîn ku ew dê bi riya parêzerên xwe wî polîsî teşhîs bike û got dê ew teqez