Klûba PEN’a Navneteweyî ji bo nivîskar û parêzvana mafê mirovan Nêrgiz Mihemed ya girtî ku her diçe rewşa wê ya tenduristiyê xirabtir dibe, banga çalakiya lezgîn kir.
Di daxuyaniya ji aliyê Komîteya ji bo Nivîskarên di Girtîgehan de hat dayîn de hat diyarkirin ku ev şeş sal in ku Nêrgizê hatiye birîn û ew ji rewşa tenduristiya wê bi fikar in. PEN’ê ji Îranê xwest ku di demek zû de Mihemediyê serbest berde û diyar kir ku divê Nêrgiz Mihemedî bikare di girtîgehê de mafê xwe yê dermankirinê bi kar bîne.
PEN’ê destnîşan kir ku Mihemedî di girtîgehê de gelek kîlo kêm kiriye û got ku herî dawî li ser kûrsiya bi tekelek hevdîtin bi malbata xwe re pêk aniye.
Mihemedî di 21’ê nîsana 2012 de ji malê hat girtin û şandin girtîgehê û bi hinceta “binpêkirina ewlekariya neteweyî” 6 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birîn.
Alîkara Serokê Navenda Mafê Mirovan a Îranê Nêrgiz Mihemedî, hevala nêzîk a xebatê ya wergira xelata Nobelê Şîrîn Ebadiyê ye.