Ji pêkhateyên Konferansa Jinan a Cîhanê banga ji bo Kobanê
Ji pêkhateyên Konferansa Jinan a Cîhanê banga ji bo Kobanê
Ji pêkhateyên Konferansa Jinan a Cîhanê banga ji bo Kobanê
Jinên endamên pêkhateyên Rojhilata Navîn a Konferansa Jinan a Cîhanê çûn serdana nobeta ji bo Kobanê li gundê Alîzêr ê Pirsûsê û bang li jinên cîhanê kirin ku piştgiriyê bidin berxwedana Kobanê ya li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê.
Endamên pêkhateyên Rojhilata Navîn a Konferansa Jinan a Cîhanê ku bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad û Demokratîk (DOKH) li Amedê civîna amadekariyê pêk tînin, bi armanca piştgiriya bi berxwedana Kobanê re çûn Pirsûsê. Jinên ji Rojava û Başûrê Kurdistanê û welatên weke Misir, Tûnis, Filistîn, Afxanîstan, Îran, Tirkiye û Almanyayê, çûn serdana çalakiya nobetê ya li gundê Alîzêr ê Pirsûsê û daxuyaniyek dan.
ŞERÊ SEDSALA 21. LI ROJHILATA NAVÎN E
Li ser navê jinan, xwediya xelata Olof Palme Perwîn Erdelan ku ji Îranê ye, daxuyanî xwend û bi bîr xist ku piştî şerên parvekirin, şerên sedsala 21 li Rojhilata Navîn diqewimin û wiha domand: “Hêzên emperyalîst dixwazin careke din li gorî berjewendiyên xwe Rojhilata Navîn dîzayn bikin û ev şer dê bi xwe re karesatê bîne. Her çendî ev şerê qirêj bi navê hêzên olî bê kirin, lê li pişt vê yekê hesab û hêzên navneteweyî û herêmî hene. Bandora hewldana ji nû ve parçekirina Rojhilata Navîn li Tûnis, Libnan, Misir, Îran, Afxanîstan, Sûriye, Iraq, Tirkiye û Filistînê û niha jî li Kurdistanê xwe dide der.”
‘HÊZÊN NAVNETEWEYÎ BÊ DENG IN’
Erdalan da zanîn ku sîstema xweseriya demokratîk a gelan û jinan a li Rojava hesabên hêzên emperyalîst têk bir û got: “Ji ber vê jî ev zêdetirê du salane bûye hedefa êrîşên çeteyên DAIŞ’ê. Ji roja 15’ê Îlonê ve ji sê aliyan ve, bi awayeke dijwar êrîşê dilê Rojava Kobanê dikin. Hêzên navneteweyî ku îdîa dikin wana li dijî DAIŞ’ê koalîsyon avakiriye, li hemberî êrîşên li ser Kobanê bê deng in û gelê Kobanê bi wayeke xurt li hemberî van êrîşan li ber xwe dide.”
‘EM HÊZÊN JIN ÊN LI BER XWE DIDIN SILAV DIKIN’
Erdelan wiha berdewam kir: “Em berxwedana hêzên jinên ku ev 14 roj in li dijî çeteyên DAIŞ’ê yên ku li Şenganê li komkujî pêk anîn û nêzî 2 hezar jin weke xenîmetên şer birin û li bazaran mîna koleyan firotin, dimeşînin, silav dikin. Em weke pêkhateyên Rojhilata Navîn a Konferansa Jinan a Cîhanê li gel gelê Kobanê ne.”
Erdelan herî dawî bang li jinên cîhanê kir û got: “Em bang li hemû jinên cîhanê dikin ku piştgiriyê bidin berxwedana gel û jinên Rojava ya li Kobanê ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê dimeşîne.”
Endamên pêkhateyên Rojhilata Navîn a Konferansa Jinan a Cîhanê, piştî daxuyaniyê çûn gundê Dewşenê yê ku konê piştgiriya ji bo Kobanê lê hatiye vedan.