Mala Jinê ya Kardelenê, li Navenda Tendûristiya Dayik û Zarokan a Şaredariya Baglarê semînera "Anatomiya jinê" li dar xist.
Mala Jinê ya Kardelenê, li 1'emîn Şaxa Mala Kardelenê ya Navenda Tendûristiya Dayik û Zarokan a Şaredariya Baglarê semînera "Anatomiya jinê" pêk anî.
Di seminerê de xebatkara Navenda Tendûristiya Jin û Zarokan Dr.Ozlem Sezgîn Anli, Hemşîreya Navenda Tendûristiya Jin û Zarokan Sîbel Çakin Bayhan, Evîn Serîn û gelek jinên din amade bûn. Dr.Ozlem Sezgîn Anli xwest ku di destpêkê de jin bedena xwe nas bikin û civakê der barê nexweşiyên civakî de agahdar bikin. Anli da zanîn ku ger jin anatomiyê xwe baş nas bikin dê pêşiya gelek tiştan jî vekin û wiha got: " Me îro li mala Kardelenê li ser anatomiyê niqaş meşandin. Bi taybet jî di demê polîklînîkte perî ferd û muayenê de jinên ciwan divan mijaran de ne rihetiyê jiyan dikin. Ji ber wê jî divê di destpêkê de jin bedena xwe nas bikin. Ji ber vê yekê me di despêkê de anatomi niqaş kir. "
Anli, bilêv kir ku ne hêsan e ku di milê alîkariya polîklînîk û hekimiyê de dixwazin xwe bigîhin her kesî û wiha bi dawi kir: "Em dixwazin berî her tiştî beden û atonomiya xwe nas bikin. Tedbîrên xwe parastinê bi riya tendûristiyê tê kirin. Em dixwazîn pirsgirêkên sereke bibersivînin."