Hate zanîn ku, ji Girtîgeha Mêrdîn û Mîdyadê 21 girtiyên jin bihinceta ku cih tune ye sirgûnî Girtîgeha Sêrtê ya Tîpa E yê hatine kirin.
Hate hînbûn ku, ji Girtîgeha Mêrdîn û Mîdyadê de 21 girtiyên jin sirgûnî Girtîgeha Sêrtê ya Tîpa E yê hatin kirin. Hate ragihandin ku, rêvebiriya girtîgehan ji jinan re gotiye, "Li Sêrtê ji bo we odeyekî hatiye eyarkirin. Hûn dê pirsgirêka cih nejîn", lê gotin ne rast derketin. Di Girtîgeha Sêrtê de 2 odeyên jinan heye û bi van sirgûnan hejmara jinan bûye 66. Hate gotin ku, ji ber di girtîgehê de cih tune ye û hewa pir germe dibe ku nexweşî were jiyan kirin. Her wiha hate zanîn ku, pêdiviyên bingehîn yên girtiyên jin nayê pêşwazîkirin.