Ji Meclîsên Jinan ên Efrînê biryarên girîng
Ji Meclîsên Jinan ên Efrînê biryarên girîng
Ji Meclîsên Jinan ên Efrînê biryarên girîng
Meclîsên Jinan ên Efrînê bi armanca nirxandina xebat û çalakiyên xwe civîna xwe ya asayî lidar xistin. Di civînê biryarên girîng hatin girtin.
Meclîsên Jinan ên Efrînê bi armanca nixandina xebat û çalakiyên xwe civîna xwe ya asayî lidar xistin. Civîn bi tevlîbûna 300 endamên ku nûnertiya meclîsên jinan ên hemû navçeyên Efrînê, rêveberiya Asayîş ên jinan û nûnerên YPJ'ê bi rêzgirtinê destpê kir. Di civînê de kar û xebatên meclîsên jinan hatin nirxandin. Di civînê de Endama Desteya Rêveber a Yekîtiya Star Arşam Kurman axivî û bal kişand ser xebatên jinan û got: "Em civîna meclîsên jinan li şehîdan, YPJ û hemû jinan pîroz dikin. Di civînê de em ê berpirsyariya dikeve ser milê jinên kurd nîqaş bikin."
Di civînê de beşên ji peyamên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ên der heqê jinan de hatin xwendin. Peyama Yekîneyên Parstina Jinan (YPJ) ji aliyê Xelat Efrînê ve hate xwendin. Xelat Efrînî da zanîn ku pêwîste jin hemû hêza xwe bikin yek da ku karibin erka dikeve ser milê xwe pêk bîne û destketiyên jinan bidestxistine biparêz in. Xelat Efrînî destnîşan kir ku jinên Rojava bûne bingeha hêza civakê û wiha got:" Em ê bi hemû hêza xwe jinan û civakê biparêz in."
Civîn bi xwendina perspektîfên Desteya Rêveber a Yekîtiya Star ku ji meclîsên jinan re hatibû şandin dom kir. Di berdewama civînê de raporên kar û xebatên Meclîsên jinan ên Efrîn û navçeyên wê dewam kir. Piştî xwendina raporan nîqaş li ser rewşa rêxistinî û xebatên bi awayekî berfireh hate kirin. Di civînê de jinan bi awayekî berfireh projeya Xweseriya Demokratîk û rola jinan di pêkanîna xweseriyê de nîqaş kirin.
Endama Yekîtiya Star Rûken Ehmed ji beşdaran re axivî û bal kişand ser amadekariyên jinan ji bo serketina projeya Xweseriya Demokratîk di piratîkê de û bang li jinên Rojava kir ku hêza xwe bikin yek.
Civîn bi van biryaran bi dawî bû:
1- Pratîkirina komîteyên jinan û diyarkirina asta misyona hemû komîteyan. Komîteya Jîngehê û hin komîteyên xizmetan tevlî saziyên civaka sivîl bêne kirin. Komîteya Jinên Ciwan ên Şorşger û YPJ'ê dê bi awayekî serbixwe cihê xwe di nava Meclîsa Giştî ya Jinan de bigre.
2- Komîteya Zarokan ku dê ji hemû komeleyan bê damezirandin hate sazkirin. Pratîkirina komîteyên civakî, siyasî û îdeolojî. Komîteya Têkiliyên Dîplomasî ku ji 5 jinan pêk tê dê bi hilbijartinan bê destnîşan kirin û pêwîste bi jinên hemû pêkhateyên herêmê di nava têkiliyan de bin.
3- Li dijî zewicandina jina di temenê biçûk de xebat bên kirin. Endamên meclîsê ku vê biryarê pêk neyînin dê ji meclîs û komîteyan bên derxistin.
4- Li dijî tundî û kuştina jinan asta têkoşînê bê bilindkirin.
5- Hemleyên perwerdeyê bêne destpêkirin.
6- Hemleyên paqijkirina hawirdor bêne destpêkirin.
7- Piştgiriya hêzên YPJ'ê bê kirin.
8- Projeyek nû ji bo komîteyên jinan ên aborî hatin destnîşankirin û biryar hate dayîn ku projeyên çandî bêne destpêkirin.
Li aliyê din biryar hate dayîn ku hemû komîte bi hevre di nava têkiliyan de bin.