Ji Libnanê ber bi Kurdistanê gerîlayeke jin...

Ji Libnanê ber bi Kurdistanê gerîlayeke jin...

Gerîlaya jin a bi navê Cûdî ku ji Libnanê ye û Ereb e, demekê PKK’ê nas dike û ji bo ku ji nêz ve nas bike di sala 2009’an de dikeve ser rêya Çiyayê Kurdistanê. Cûdî Libnan niha gerîlaya azadiyê ya Kurd e. Cûdî diyar dike ku PKK ne tenê ji bo Kurdan ji gelên Rojhilata Navîn jî hêviyek e..

Yek ji yekem qadên ku PKK’ê lê xwe bi rêxistin dikir Libnan bû. Kurdên li wir dijiyan, bi PKK’ê re têkiliyên xwe pêş ve bir û bi gelê Ereb ku wekî çîna duyemîn dihatin dîtin dostanî danin. Qedera her du gelên qedîm yên vê erdnîgariyê xaleke hevpar dijiya. Şerê cîhanê ku li vê herêmê biqewimin û êşên mezin bi her du gelan jî dida kişandin.

PKK ji bo azadiya gelê kurd derketibû rê lê dizanibû ku gelên din yên vê herêmê dipelçiqin. Ji ber vê jî PKK biçûya ku derê li wir ronahiya ku bi Kurdan re dida avakirin bi gelên din re jî dide avakirin. Ji vê ronahiya PKK’ê ji gelên cuda gelek kes di bin bandorê de ma. Di nava gelên ku di bin bandara PKK’ê de man yek jê Ereb bûn. Ji vana yek jî malbata Cûdî Libnan bû.

Têkiliya Cûdî û malbata wê ya bi PKK’ê re digihêje salên 1980’ê. Yanî salên ku PKK li Rojhilata Navîn belav dibû. Bavê Cûdî xwediyê kargehê bûn. Bavê wê bi PKK’ê re û bi taybetî jî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re dostanî pêk anîbû. Heta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çend caran çûye mala wan. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi nêrîn û helwesta xwe ya şoreşgerî bandoreke mezin li ser malbatê kiriye. Li gorî vegotinên Cûdî dayika wê herî zêde di bin bandora Ocalan de maye.

Têkiliyê malbatê ya bi PKK’ê re bandor li ser Cûdî jî kiriye. Cûdî ji sala 1993’an heta niha bi awayekî aktîf di têkoşîna azadiya Kurd de xebitiye. Cûdî diyar dike ku keda PKK ji aliyê her kesî ve bi rêzdarî tê dîtin. Cûdî destnîşan dike ku ew li jî bedelên ku ji azadiya gel hatiye dayîn û hewldana azadiyê bi bandor bûye û ji ber vê jî pêşî di xebatên gel de cih girtiye. Cûdî pêşî ji ber ku zimanê Kurdî nizane zehmetî kişandiye lê wê qet dest ji xebata xwe bernedaye

Cûdî heta salên 1999’an xebatên xwe yê tevgera azadiya Kurd piştî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê girtin didomîne. Demekê têkiliya wê bi PKK’ê re qut dibe û neçar dimenîne jê dûr bikeve. Cûdî piştî demekê dîsa tevlî xebatan dibe. Lê vê carê dixwaze PKK’ê ji navendê nas bike û hîs bike. Cûdî tercîha xwe dike û di sala 2009’an de tevlî nava refên gerîla dibe. Dema em dipirsin û dibêjin “çima gerîla?”, dibêje; “Rêber Apo digot PKK partiya şehîdan e. Min jî bawer kir ku ez ê PKK’ê encex li gerîla nas bikim. Bi rastî jî wisa bû. Bedelên ku hatin dayîn, keda ku hate dayîn li gerîla bi heybet bû.”

Dema Cûdî gihişt gerîlayan ji bo wê jiyanek nû dest pê kiribû. Ji ber ku ew jî ereb bû di warê ziman de zehmetî kişand. Lê ji ber perwerdehî û pratîka qadê bi alîkariya hevalên xwe zimanê Kurdî jî hîn bûye. Niha Cûdî Kurdî pir baş diaxive û nêrînên xwe bi awayekî hêsan dikare bîne ziman.

Bê guman ji bo Cûdî ji bilî ji gelekî din e ji ber ku weke jinekê di nava gerîlade ye, zêdetir kêfxweş e. Cûdî di vê mijarê de jî wiha dibêje: “Dema ez hêj li malê bûn hevelek jin Rojbîn Ereb bandora wê liser min zêde bû. Çend caran hatibû mala me. Wek tê zanîn heval Rojbîn jî Ereb bû. Di sala 98’an de li dijî komploya navnetewî çalakiya fedayî pêk anî. Wekî jinekî di nava têkoşîna azadiya Kurd de cih girtin tiştekî pîroz e. Hem ji bo gelên Rojhilata Navîn û hem jî ji bo azadiya jinê têkoşîn hesteke cuda ye. Ji ber vê jî tevlibûna kesan ya ji netewên din min kêfxweş dike. Gelek hevalên me yên ji gelên cuda hene.”

Cûdî di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan dike ku bi perwerdeya li gerîla dibînin cîhanê baştir analîz dikin û got; “Azadî ji bo wê gelek girîng e û got wê azadî ligerîla hîs kiriye.” Cûdî wiha pê de çû: “Min fêm kir ku ev şer ne tenê ji bo gelê Kurd ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn qezencên mezin diafirîne. Ez wekî Ereb dema min di nava vî şerî de cih girt min dît ku ev şer çiqas bi êş e. Êşa herî mezin gelê Kurd û Ereb dikişîne. Em jî divê ji bo vê têbikoşin. Her wiha ev qezenc jî bi saya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatine bidestxistin. Em deyndarê Rêber Apo ne. Tu ji kîjan gelî dibî bibe, divê mirov xwedî li Serok Apo derkevin. Ji ber ku bi ne tenê kurd gelên Rojhilata Navîn jî bi saya wî ronî bûn.”

Cûdî di dawiyê de diyar dike ku divê xwedî li bîranîna kesên di têkoşîna azadiya Libnanê de jiyana xwe ji dest dane derbikevin.