Ji KJB û YJA’ê peyma 14’ê Tîrmehê

Ji KJB û YJA’ê peyma 14’ê Tîrmehê

Tevgera Jinan a Kurd KJB û YJA der barê berxwedana 14’ ê tîrmehê ya 1982’an de peyamek weşandin.

Koordînasyona KJB’ê di peyama xwe de diyar kir ku ew pêşengên berxwedana rojiya mirinê Kemal Pîr, Mehmet Harî Durmuş, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek di şexsê hemû şehîdan de bi bîr tînin. Di peyamê de wiha hate gotin: “Roja 14’ê tîrmehê di diroka têkoşîna me de ji bo jiyana azad û nasnameya azad li dijî faşîzma 12’ê îlonê xwe roja biryara berxwedana mezin hatiye dayîne. Li dijî teslîmiyeta ku hatiye ferzkirin û pelçiqandinê roja di berxwedanê de israre.”

Berxwedana 14’ê tîrmehê a rojiya mirinê tê wateya di şertên herî dijwar de, di hawira ku qet derfet tune bûn de, li dijî dijminê ku xwedî hêzeke mezin e xwedî armanceke mezin, azadbûnê, girêdayê gelê xwe û îradeyeke mezin . Di vê wateyê de ne terê berxwedan, di heman demê de dibe qezenc û serkeftinê.

Berxwedana 14’ê tîrmehê di heman demê de xeta çalakiya tevgera me derxistiye holê û rê li ber zelal bûn û diyarbûna wê vekiriye. Ya herî girîng di şertên herî dijwar de di hawirên ku qet derfet tunebûn de di bin zext û zilmê de girêdayê serokatiya xwe mayîn, li gorî xeta îdeolojî jiyan û di têkoşîna azadiyê de israrê îfa de dike.

14’ê tîrmehê li gorî wateya xwe li ser bîranîna berxwedêr û lehengan heta roja me ya îro hatiye. Di serî de jinên Kurdistanê û hemû gelê me ev kevneşopiya berxwedanê berdewam kirine, têkoşîna xwe bilind kirine û bi vî awayî bersiv dane. Li dijî polîtîkayên înkar-tunekirin, ziman, çand, dîrok, hebûni nasname, serokatî û rûmeta netewî, Berîtanan, Zîlanan, Andok, Êrîş û bi dehan lehengan wekê berdewama ruyê berxwedana şehîdên 14’ê tîrmehê di dîroka mirovahiyê de cihê xwe girtin.

Bîranîna û jiyandina Kemal Pîr, Mehmet Hayrî Durmuş, Akîf Yilmaz û Alî Çîçekli dijî teslîmiyetê tê wateya bilindkirina têkoşînê.”

JI YJA’Ê JÎ DAXUYANÎ

Koordîsyona YJA’yê jî bi wesîleya 14’ê tîrmehê berxwedêrên wê bi bîr anî û wiha got: “Dîroka zindaknê bi reviyê agirê Mazlum Dogan dest pê kir. Piştre berxwedan li pey hev hatin. Berxwendana rojiya mirinê bûne sembola berxwedan û ronahiya hêviya gel. Mêtîngeriya TC li dijî mezinahiya felsefera Rêber Apo matmayî maye û bi darbeya 12’ê îlonê îradeya gelê kurd bişkîne, gel têk bibe û tune bike. Pêkûtiyên xwe yên derveyî mirovahiyê pratîk kiriye. Li jî vê wehşet û şîdetê gelê kurd berxwedan ji bo xwe tercih kiriye û li zindanan li dijî wehşetê îradeya xwe ya azad derxistiye holê û li der ve jî li nasname û çanda xwe xwedî derketiye. Gelê li riya heval Hayrî Durmuş ku gotin ku li ser goristana min binivisin ‘ Ez deyndar im’ îradeya xwe ya azad afirnadiye û serkeftin bidest xistiye. Îro jî gelê me ji bo Azadiya Rêber Apo wateyeke nû li berxwedanê bar dike û di riya nivîsandina dîrokeke nû de ye.”

YJA di berdewamiya daxuyaniyê de wiha got: “Gelê me dîsa 14’ê tîrmehê de li Amedê ruhê berxwedana 14’ê tîrmehê bilind dike. Ji bo ku azadiya Rêber Apo pêk were bi dirûşmeya ji ‘Ocalan re azadî’ hemû gelê kurd ji çar parçeyên Kurdistanê tên cem hev. Em di 14’ê tîrmehê de hemû jinan vexwedniyên qadê dikin. Em hemû gelê xwe yê vexwediyê berxwedanê dikin.”