Ji KJB’ê peyama 15’ê Tebaxê: Em xweseriyê ava bikin

Ji KJB’ê peyama 15’ê Tebaxê: Em xweseriyê ava bikin

Koordînasyona Tevgera Jinan a KJB’ê bi wesîleya 28’emîn salvegera 15’ê Tebaxê sala 1984’an peyamek weşand û banga’ avakirina xweseriya demokratîk’ kir.

Di peyama nivîskî Koordînasyona KJB’ê de wiha hate gotin: “Îro salvegera 28’emîn 15’ê Tebaxê kut ê wateya roja vejînê ya gelê kurd e. Bi wesîleya vê rojê em roja roja vejînê 15’ê Tebaxê di serî de li Rêber Apo, li hemû şehîdên pakrewan û gelê xwe pîroz dikin. Her wiha em serkeftina operasyona şoreşger a li Botan-Zagorsê didome jî pîroz dikin û li hemberî bîranîna hevalên xwe yên şehîd bejna xwe ditewînin.”

Di berdewamiya peyamên de hate destnîşan kirin ku 15’ê Tebaxa 1984’an ji bo gelê kurd mîlade û wiha pê de çûn: “Gelê kurd ya divê bi berxwedanek bi rumet serî rakirineke mirovahî bikiran an jî dê biketa nava taritiyeke mezin. 15’ê Tebaxê di vê wateyê de li dijî vê bi tarîtiyê pêngavek bû. Vê pêngavê morel, hêvî û hêz daye gele. Her wiha ji bo dewleta înkar û îmhakar jî bersiveke gelek başe.”

KJB’ê destnîşan kir ku 12’ê Îlonê cuntaya faşîst-leşkreî ya 1980’ê li ser dînamîkên şoreşger yên gel û hêviyên wan weke ewreke reş bû û da zanîn ku ji bo tasfiyekirina tevgera şoreşger îşkence û pêkûtiyên derveyê mirovahiyê xistine dewrê. Daxuyaniya KJB’ê wiha berdewam kir: “Civak hatibû bê dengkirin û cewisandin. Li dijî vê rewşê bêdengî dê ji bo runiştina pergala leşkerî- faşîzma 12’ê îlon biba zemîn. Ji ber vê jî ne tenê şoreşger hemû aliyê civakê dixistin zindanan. Rastî pêkûtiyên dijmirovahiyê dihatin. Îşkece bibû rewşeke xwezayî. Bi sedan mirov rastî îşkencê hatin. Darvekirin xistin dewrê. Di şexsê demokratîk û şoreşgeran de gel dihat teslîm girtin. Di demeke wisa de feraseta berpirsyariya PKK’ê di zindanan de bi şîara ‘Teslimiyet dibe Îxanetê, berxwedan dibe serkeftinê’ Mazlum, Kemal, Haryî û Ferhan li dijî vê wehşetê bû dengê gel. Peyma li dijî vê pêngava 15’ê tebaxê bû.

Pêngava 15’ê Tebaxê destpêkan gerîlatiya hevdem a li Kurdistanê ye. Tevgera gerîla ku 15’ê tebaxê de dset pê kir pêşniya têkoşîna demokratî jî vekir. Bi vê pêngavê re kurdan dîroka xwe girtin destê xwe û di asta nasnameya azad de ketine hamleyeke nû ya têkoşînê. Hamleya 15’ê Tebaxê ligel gerîlatiyê, hamleyeke îdeolojîk, rêxistînî, siyasî, çandî, ahlaqiye.

Bê guman Heval Egît sembola vê çalakiyê ye. Ruhê serkefin û çalakiya heval Egît bûye terza jiyanê ya PKK’ê û di têkoşînê encam hatiye bidestxistin.”

Di dwiya axaftinê de wiha hate gotin: “Her wiha jibo gerîlabûn û artêşbûna jinên kurd jî zemîneke cidiye. Nêzîktiya civakê ya li hemberî jinê hatiye şikandin. Ceseret û bixwebwerî bi jinan re daye qezenc kirin. Rastiya jinê ya artêşbûn û fermandarbûnê derxistiye holê. ji ber vê jî 15’ê Tebaxê ligel ku ji hêzên faşîst hebas bê pirsîn, li dijî rastiya zayendî ya civakê jî darbeyeke û hesabpirsîneke. 28 sal di ser de der bsdbû. Herî dawî li Oramar û Şîtazîn û Şemzînê şerê gel yê şoreşger bi tevgera şoreşger ya Ş. Mahîr û Ş. Arjîn gihişt asteke nû. Li dijî polîtîkayên înkar û îmhayê , ala Egît, Berîtan Zîlan û Evîdanaran 28 sal şûnde li Şemzînên bilind bû. di serî de jin3en kurd û gelê me têkoşîna xwe bilind kirine. Dîsa serkeftina Rojavayê Kurdistanê di ruhê 15’ê Tebaxê de şîn bûye.”