Endama Koorînasyona KJB’ê Zaxo Zagros di rûniştina duwemîn a Konferansa Jinên Kurd a Neteweyî de axivî û rewşa jinê, têkoşîna li hemberî desthilatiya zilam û rêyên çareseriyê nirxand. Zagros pêşniyarên KJB’ê yên ji bo konferansê bi 8 xalan pêşkêş kir.
Zagros di axaftina xwe de bal kişand ku pirsgirêkên li Kurdistanê ji pirsgirêkên jin û malbat, aborî, civakî û polîtîk tên û diyar kir ku bi zextên li ser jinê dixwazin hemû civakê di tarîtiyê de bihêlin.
Zagros destnîşan kir ku pêwîstî bi ferasetek nû ya azadiyê heye û ji bo çareseriyê îşaret bi jineolojî (zanîsta jinê) kir. Zagrosê wiha got; “Ji bo rastî aşkere bibin û desthilatiya zilam were çareserkirin, divê beriya her tişê demokratîk pêş bikeve.”
Delegeya KJB’ê Zaxo Zagros got ku çanada tecawizê li her derê civahê bandora xwe nîşan daye û diyar kir ku mirov nikare vê yekê ji şerê li hemberî gelê Kurd tê meşandin cûda binirxîne. Zagros bal kişand ku ji ber wê yek çareseriya pirsgirêka jinê, çareseriya hemû pirsgirêkên civakê ne û ev pêşniyar kirin:
-Di serî de tevgerên jinan, divê li her çar parçeyên Kurdistanê bi perspektîfên têkoşîneke hevpar tevbigerin, diyalog û hevkarî were pêşxistin. Divê organîzasyon û înîsiyatîfên hevpar bên sazkirin û encamên xurt bên bidestxistin.
- Tevî rêxistinbûnên li hemû parçeyên Kurdistanê, divê rêxistinbûnê xweser ên jinan hebin.
- Divê di têkoşîna azadiya jinan de, bi jinên Ereb, Fars, Tirkmen, Ermenî û Asûrî re xebat û diyalogên hevpar bêne pêşxistin. Divê piştevanî û yekitiya jinan nekin qûrbanê berjewendiyên partiyên siyasî, olî û şexsî.
- Divê li hemberî hejariyê kooperatîfên jinan bêne avakirin.
- Divê li dijî çanda tecawizê û sîstema desthilatiya zilam navendên jinan bêne vekirin.
- Divê Têkoşîna ji bo daxwazên hevpar ên jinan û pêşxistina civakî weke nebe nabeyê bê dîtin.
- Divê ji bo xwekuştinên jinan, cinayet, suneta jinan û weke din, komîsyon û komîteyên hevpar ên lêkolînê bêne sazkirin..
-Divê li hemberî hemû cûre tundî û tûjiyê rêxistinên xweparastinê bêne avakirin.