Ji KJB'ê banga berxwedan û serhildana topyekun

Ji KJB'ê banga berxwedan û serhildana topyekun

Tevgera jinên Kurd KJB’ê bal kişand ku dewleta Tirk ji bo binketina xwe ya li Şemizînanê veşêre, dest bi propagandaya reşkirina Kurdan kiriye. KJB’ê êrîşên li hemberî Hevseroka BDP’ê Gultan Kişanak û Hevseroka KCD’ê Aysel Tûglûk jî weke beşa plana tasfiyeyê ya li hemberî jinan bi nav kir. KJB’ê banga berxwedan û serhildana topyekun li jinên Kurd kir.

Koordînasyona KJB’ê der barê bûyera li Dîlokê û serweriya gerîlayan a li ser Şemizînan de daxuyaniyek nivîskî weşand. KJB’ê destnîşan kir ku gelê Kurd di pêvajoyek wisa de ye ku dikare çarenûsa xwe bi xwe diyar bike.

'DEWLETA TIRK DIXWAZE BINKETINA XWE VEŞÊRE '

KJB’ê destnîşan kir ku dewleta Tirk piştî serweriya gerîlayan a li Şemizînanê û binketina xwe dest propagandaya reşkirina Kurdan kiriye û got ku dewleta Tirk ji bo manuplekirina şerê dijwar ê ku navenda wê li Şemizînanê ye serî li hemû rê û rêbazan dide.

'JI BO GELÊ KURD REWATIYA DEWLETÊ NEMAYE'

KJB’ê bal kişand ku dewleta AKP’ê bûyera dîlokê dike hincet û got; “Dixwaze li Tirkiyeyê pevçûnên nijadperest, etnîkî û mezhebî pêş bixe.” KJB’ê destnîşan kir ku bi van polîtîkayan BDP’ê dike hedef û polîtîkayên lînc û provakasyonan pêş dixe, û wiha domand; “Ev provakasyon û polîtîkayên lîncê yên bi awayeke zanebûn têne pêşxistin, hiştine ku êdî tu rewatiya dweletê ji bo gelê Kurd nemîne. Êdî tehemula gelê me ya ji bo jiyana di bin mêtîngerî û înkarê de nemaye."

'ÊRÎŞÊN LI SER TÛGLÛK Û KIŞANAK BEŞA PLANA TASFIYEYÊ YA LI HEMBERÎ JINAN E'

Koma Jinên Bilind, nerazîbûn nîşanî êrîşên piştî ku heyeta BDP û KCD’ê li rastî kontrola gerîlayan hatin, da û bal kişand ku bi taybet ev êrîş li hemberî wekîlên jin pêk tên. KJB’ê êrîşên li hemberî Hevseroka BDP’ê Gultan Kişanak û Hevseroka KCD’ê Aysel Tûglûk jî weke beşa plana tasfiyeyê ya li hemberî jinan bi nav kir û got; “Dewleta AKP’ê ya ku ji jina xwedî rêxistin ditirse, di her firsendê de êrîşê jinan dike û dixwaze rêxistina wan tasfiye bike.”

KJB’ê êrîşan weke faşîzmeke tazî bi nav kir û got; “Dixwazin her kes li hemberî hewldanên tasfiyekirina vîn ûa gelê Kurd bê deng bimînin. Ev tabloya derketiye holê, şeklê berdewamkirina êrîşên li ser esasê tasfiyekirina gelê Kurd e.”

'BANGA XURTKIRINA SERHILDAN Û BERXWEDANA TOPYEKUN'

Koma Jinên Bilind (KJB) ji gelê Kurd xwest ku serhildanan xurt û berfireh bikin û banga serhildan û berxwedana topyekun li jinên Kurd û gelê Kurd kir. KJB’ê got; “ Li ser vî esasî di serî de jinên Kurd, em bang li hemû ciwanên welatparêz û gelê Kurd dikin ku, li kû bin dest bi berxwedana topyekun bibin û li Gever, Cizîr, Qoser û Amedê ji heft heta heftê salî beşdarî serhildanan bibin.”