BI DÎMEN

Ji Katalonyayê piştgiriya ji bo Şengalê

Ji Katalonyayê jinan bi peyameke bi dîmen piştgirî dan Şengalê.

Jinên ji herêmên cuda yên Katalonyayê ku herêmeke xweser a Spanyayê ye, jinan kampek li ser Jineolojiyê lidar xistin.

Jinên beşdarî kampa bi navê 'Şehîd Zelal Zagros a Jineolojiyê' bûn, di salvegera 10'an a fermana 3'ê Tebaxê de peyameke bi dîmen weşandin û piştgirî dan Şengalê.

Jinan fermana li Şengalê şermezar kirin û destnîşan kirin ku birînên li Şengalê vebûne tenê bi têkoşîn û rêxistinbûna jinan a ji bo azadiyê dikarin bêne pêçandin.

Jinên Katalonyayê ragihandin ku ew piştgiriyê didin Xweseriya Şengalê û rêxistiniya jinên Şengalê silav kirin.

Di daxuyaniyê de işaret bi tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî hate kirin û ji bo çareseriyeke aştiyane ya li Kurdistanê hate xwestin, Ocalan tavilê bê berdan.