Komeleya Jinan a Kurd ya Entegrasyon ku li bajarên Goteborg ya Swêdê faliyetan dimeşîne bi armanca ku piştgiriyê bidin zarokên ku gund û malên xwe terk kirine û koçî Amedê kirine, kampanya dan destpêkirin.
Di pêngava yekemîn de broşura bi navê ‘Şîn bike, bide jiyî, bide xwendin ku ez bibim hêvî’ ku ji aliyê Weqfa Alîkariya Mirovan û Koçberiyê ya Amedê hate weşandin, li Swêdkî hate wergerandin. Ev broşur ji bo rêxistinên demokratîk û jinan, partiyên siyasî hate ragîhandin. Di rojên pêş de Şaredariya Goteborgê bi armcan ku sazî û lijneyên Swêdê tevli projeyê bibin, dê bi nûnerên Xaça Sor û Saziya Stargeha Zarokan re hevdîtina pêk bîne.
Endam û nûnerên komeleyê ji bo ku kurdên Goteborgê tevli projeyê bibin ketin nava hewldanan. Civîn û ziyaretan pêk tînin û dixwazin malbatên kurd di nava vê projeyê de cih bigirin.
Seroka Komeleya Jinan a Kurd ya Entegrasyon Fadîme Duzgun diyar kir ku ji bo kuvê projeyê li Goteborgê bidomînn xebatên xwe bê navber dimeşînin. Duzgun da zanîn ku armanca vê projeyê eve ku piştgiriyê bidin zarokên ku malbatên wan ji ber zextan û şer koçî Amedê kirine. Duzgun da zanîn ku ev peywir peywira mirovahiyê ye û bang li hemû kurdên Swêdê kir ku piştgiriyê bidin vê projeyê.
Kesên tevlî vê projeyê bibin mehê 50 euro dê bidin. Di pêngava yekemîn de dê fînaseya perwerdehiya 100 zarokê Amedê bê kirin.