Ji jinên Kurd bo Rojava kampanyaya alîkariyê

Ji jinên Kurd bo Rojava kampanyaya alîkariyê

Bi beşdariya jinên hemû sazî û rêxistinên Kurd ên li her çar parçeyên Kurdistanê li Hewlêrê civînek pêk hat û di daxuyaniya piştî civînê de hat dayîn de ragihandin ku ew “Kampanyaya Piştgiriya Jinên Kurd ji bo Rojavayê Kurdistanê” didin destpêkirin.

Duh, li Hewlêrê bi beşdariya bi beşdariya jinên Kurd ên ji her çar parçeyên Kurdistanê civînek pêk hat. Di civîna piştî Konferansa Neteweyî ya Jinên Kurd pêk hat de Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Aysel Tûglûk û parlementerên BDP’yî jî beşdar bûn.

Di daxuyaniya piştî civînê hat dayîn de, hat gotin; “Di çarçoveya şoreşa Bihara Ereban a li dijî rejîmên dîkdator ên herêmê de, gelên Sûriyeyê jî di 13’ê adara 2011 de dest bi şoreşa li dijî rejîma Baas aSûriyeyê kirin. Gelê Kurd bi salane zilmê ji destê rejîma Sûriyeyê dîtiye, ji hemû mafên xwe hatiye dûrxistin, tevî welatiyên Sûriyeyê ala şoreşê û azadiyê bilind kiriye.”

Jinên Kurd bal kişandin ser firsenda ketiye destê Kurdan û hat diyarkirin ku Kurd jî dixwazin sûd ji guhertinên li Rojhilata Navîn û Sûriyeyê werbigirin û wiha berdewam kirin; “Bi vê boneyê em jinên siyasî û çalakvanên rêxistinên sivîl ên civakî yên her çar parçeyên Kurdistanê radigihînin ku “Kampanyaya Piştgiriya Jinên Kurd ji bo Rojavayê Kurdistanê” didin destpêkirin.”

Di daxuyaniya jinan de hat diyarkirin ku jinên Kurd piştgiriya hemû xebat û doza Kurdan li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê dikin. Di daxuyaniyê de rola pêşeng a jinên Kurd di her şoreş û xebatên neteweyî de hate destnîşankirin û hat diyarkirin ku ev helwest û serhildêriya jina Kurd ji bo jinan û hemû gelê Kurd cihê serbilindiyê ye. Her wiha, hat ragihandin ku îro jinên Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê roleke girîng û bilind di têkoşîna azadiyê de dileyîzin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin; “Bi vê boneyê, ji bo serxistina tevgera azadxwaz a gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê, em bang li hemû partî û aliyên siyasî yên Kurdistanî dikin ku di vê pêvajoya pir girîng û neteweyî de bibin xwedî yek helwestê, yekitiya xwe xurt bikin û rê nedin ku dijmin dubend têxe nava Kurdan.”

Di daxuyaniya jinên Kurd de hat diyarkirin ku her çendî Kurdistan bi peymanên cûda hatin parçekirin, lê heta niha bi tu awayî ruhê neteweyî yê gelê Kurd ji hev cûda nebûye û her tim vîn û ruhê neteweyî ya gelê Kurd yek e. Hat ragihandin ku kengî parçeyek a Kurdistanê li rastî êş an jî bûyerekê dilêş bê, hemû Kurdên her çar parçeyan pêdihesin û bi ruhê yekitiyê tevdigerin û wiha hat gotin; “Bi heman awayî, ji bo şoreşa gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê, hemû rêxistin, sazî, partî û her welatiyek Kurd piştgiriya xwe diyar kir.”

Kampanyaya Jinan bang li hemû sazî, rêxistin, partî û komeleyên civakî yên Kurdan kirin û bi taybet jinan dikin ku zêdetir piştgirî bidin şoreşa gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê û got; “Her wiha, em daxwaz ji hemû jinên Kurdistanî dikin ku li her derê ku lê bin beşdarî komkirina alîkariya (xûrek û derman) ji bo Rojavayê Kurdistanê bibin. Ji ber ku ev erkek nîştîmanî û neteweyî ye.”