Ji jinan li ber Parlementoya Hollandayê çalakî
Ji jinan li ber Parlementoya Hollandayê çalakî
Ji jinan li ber Parlementoya Hollandayê çalakî
Jinên Kurd bi aramanca balê bikişînin ser êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser Kantona Kobanê û xwedîderketina li berxwedana Kobanê dê sibê li ber Parlementoya Hollandayê çalakiyeke rûniştinê bidin destpêkirin.
Înîsiyatîfa Jinên Kurd a Hollandayê bi daxuyaniyeke nivîskî got: “Bi armanca şermezarkirina komkujiya ku dewleta Tirk dixwaze li Kobanê li dijî gelê me pêk bîne, weke Tevgera Jinên Kurd a Hollandayê em dê ji sibê û şunde li ber Parlementoya Den Haagê çalakiya rûniştinê bidin destpêkirin.”
Jinan di daxuyaniya xwe de ragihandin ku heta êrîşên li ser Kobanê berdewam bikin, dê çalakiya wan jî berdewam be û bang li her kesî kir ku roja duşemê (sibê) saet di 12.00 de tevlî çalakiyê bibe.
Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin: “Roj roja berxwedanê ye. Kurdistan dê bi berxwedana Kobanê azad bibe.”-