Ji jinan banga tevlîbûna meşa li ser sînorê Pirsûs-Kobanê
Ji jinan banga tevlîbûna meşa li ser sînorê Pirsûs-Kobanê
Ji jinan banga tevlîbûna meşa li ser sînorê Pirsûs-Kobanê
Li Heweng, Wêranşar, Îzmîr, Wan, Payizava, Colemêrg, Şemrex, Mehsert, Dêrika Çiyayê Mazî, Amed, Kayapinar, Sêrt, Cizîr, Mêrsîn, Gever û Dêrsimê bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Piştevanî û Têkoşîna Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Hemberî Jinan çalakî hatin lidarxistin û bang li jinan hate kirin ku tevlî çalakiya ku wê sibê li ser sînorê Kobanê û Pirsûsê bê lidarxistin bibin.
HEWENG
Li navçeya Hewengê ya Rihayê bi beşdariya parlamentera berê ya PE û Endama Desteya Îcrayê ya KCD’ê Feleknas Uca, Hevşaredara Hewengê Fatma Dogan, Delegeyê KCD’ê ya Hewengê Baran Çakir û gelek jinên Hewengî û Kobanî meşek hate lidarxistin. Meş ji ber avahiya DBP’ya navçeyê destpê kir û heta Salona Sînemayê ya Jinan a Hewengê berdewam kir. Di meşê de dirûşmên dilsoziya bi berxwedana Kobanê û têkoşîna jinan re hatin gotin. Li ser navê meşê Baran Çakir daxuyanî da.
Baran bal kişand ser êrîşên li dijî jinan û got: “Li dijî jinan tundiyeke îdeolojîk heye. Divê têkoşîna li dijî tundiyê jî îdeolojîk be.” Piştre li navenda jinan sînevîzyon hate nîşandan.
Herî dawî Feleknas Uca axivî û bal kişand ku li her derê keda jinan tê xwarin û tundiya li ser tundiya zilam û dewletê ya li hemberî jinan.
WÊRANŞAR
Li navçeya Wêranşar a Rihayê jî bi heman armancê çalakiyek hate lidarxistin. Çalakî li konbajarê ku ji bo Êzidiyên ji Şengalê ji ber êrîşê çeteyên DAIŞ’ê koçber bûn hatiye vedan, hate lidarxistin. Hevşaredara Wêranşarê Fîlîz Yilmaz di çalakiyê de axivî û bal kişand ser tundiya li hemberî jinan û got ku têkoşîna jinên Kurd ketiye rojeva cîhanê. Ji jinên Şengalî Xatun Xidir, Îlham Xelef û Zîna Mamo û tiştên hatine serê wan vegotin. Jinên Êzidî dan diyarkirin ku ew ê ti carî tiştên gerîlayên HPG, YPG û YPJ’ê ji bo wan kirine ji bîr nekin.
ÎZMÎR
Endamên Meclîsa HDK’ê bi heman wesîleyê bang li jinan kirin ku tevlî meşa girseyî ku wê sibê li ser sînorê Kobanê û Pirsûsê bê lidarxistin bibin. Di civînê de Seroka SDP’a Îzmîrê Semra Uzunok, endama Meclîsa Partiyê (MP)’ya Çîgdem Uçar, Hevseroka ESP’a Îzmîrê Pinar Turk û Endama Jinan a HDK’ê Dîlan Akpolat tevlî civînê bûn. Di civînê de bang li hemû jinan hate kirin ku tevlî çalakiyên ku wê sibê bi armanca Roja Têkoşîna li Hemberî Tundiya li hemberî Jinan pêk bên bibin.
Jinan bang li hemû jinên Îzmîrê kir ku tevlî meşa ku wê sibê saet di 19.00 de ji Gara Alsancakê destpê bike û heta Cadeya Kibris Şehîtlerî berdewam bike, bibin.
WAN
Li Wanê jî bi pêşengiya endamên DOKH’ê bi heman armancê li Parka Feqiyê Teyran pêşangehek a wêneyan hate vekirin û şano hate nîşandan. Tevî endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û Navenda Jiyanê ya Jinan, tevlî pêşangehê bûn. Piştî nîşandan pêşangehê û şanoyan jinan dest bi meşê kir. Jinan bang li jinan kir ku tevlî çalakiyên bi armanca 25’ê Mijdarê bibin.
PAYÎZAVA
Li navçeya Payizava ya Wanê jî bi heman armancê li taxan panel û civîn hatin lidarxistin. Hevşaredara Payizava Yildiz Çetîn di çalakiyan de bi jinan re civiya û bang li ser tundiya li ser jinan. Çetîn diyar kir ku gava ew dibêjin tundî ne tenê lêxistin tê bîra wan û diyar kir ku tundiya di nava malbatan de pêk tê bandorê li hemû endamên malbatê dikin û banga xurtkirina têkoşîna li dijî tundiyê kir.
COLEMÊRG
Li Colemêrgê ji aliyê DOKH’ê ve der barê çalakiyên ku wê bên lidarxistin de belavok hatin belavkirin. Piştî belavkirina belavokan Hevşaredara Colemêrgê Dîlek Hatîpoglu, endamên DOHK û rêveberên DBP’ê tevlî çalakiya belavkirina belavokan bûn û bang li hemû jinan kir ku tevlî meşa ku wê sibê bê lidarxistin bibin.
ŞEMREX
Li navçeya Şemrex a Mêrdînê jî bi heman armancê li Salona Konferansê ya Çandê ya Mehmed Uzun filma Bûkên Binxetê hate nîşandan. Hevşaredara Şemrexê Necla Yildirim û endamên meclîsa şaredariyê, endamên DOKH’ê û Egîtîm-Senê tevlî nîşandana film bûn. Çalakî bi mûzîkê bi dawî bû.
MEHSERT
Li taxên Barman û Elfan ên navçeya Mehsert a Mêrdînê di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê de civîn hate lidarxistin. Civîn li Mala Gel a Yeşîlyayla hate lidarxistin. Di civînê de Hevşaredara Mehsertê Gurbet Tekîn û Hevseroka HDP’ya navçeyê Şîrîn Erturk amade bûn û bang li hemû jinan kir ku tevlî çalakiyên ku wê li ser sînor bê lidarxistin bibin.
Jin wê sibê saet di 08.00 de ji Mehsertê ber bi Pirsûsê ve bi rê bikevin.
DÊRIKA ÇIYAYÊ MAZÎ
Li navçeya Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê jî bi heman armancê ji aliyê hevparên DOHK’ê ve panelek hate lidarxistin. Di panelê de Hevşaredara Dêrika Çiyayê Mazî Sebahat Çetînkaya, endamên DOHK, Navenda Jinan a Peljîn û Meclîsa Dayikên Aştiyê, SES, DÎSK û Meclîsa Jinan a Şaredariyê amade bûn. Panel bi rêzgirtinê destpê kir.
Di panelê de ji Navenda Jinan a Peljîn civaknas Hediye Guneş axivî û bal kişand ser tundiya li ser jinê û weke sûcê şer bi nav kir.
Di panelê de bang li hemû jinan hate kirin ku tevlî çalakiya ku wê sibê li ser sînorê Kobanê-Pirsûsê bê lidarxistin bibin.
CIZÎR
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê jî bi heman armancê ji aliyê Platforma Jinên Cizîrê li Navenda Çand û Hunerê ya Mem û Zînê panelek têkildarî tundiya li ser jinan hate lidarxistin. Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Selma Irmak jî tevlî panelê bû. Tevî Irmak hevşaredar Leyla Imret û civaknas Yasemîn Îneç weke panelîst tevlî bûn. Îneç bal kişand ser xurtkirina têkoşîna jinan li her qadê.
Hevşaredar Imret jî da zanîn ku jinan heta gihiştine vê rojê gelek berdêlên mezin dane û bal kişand ku jinên Kurd her tim bi tundiya psîkolojîk û fîzîkî ya dewletê re rû bi rû man. Imret got: “Jinên Botanê wê têkoşîna Bêrîvanan esas bigirin û tundiyê ti carî qebûl nekin.”
Herî dawî Hevseroka KCD’ê Selma Irmak axivî û bal kişand ser rola jinên Botanî ya di têkoşîna azadiyê de û got: “Her kes dizane jinan di dîrokê de çi kirine. Ya ku agir peyda kir jin, a ku nan pijand jin, jin bi jinan pêş ket û heta roja îro hat. Ya ku jiyana xwezayî afirand jin in.”
Di dawiya panelê de bang li hemû jinan hate kirin ku tevlî çalakiya sibê bibin.
DÊRSIM
Xebatkarên Jin Jiyan a Şaredariya Dêrsimê, nûnerên saziyên sivîl û partiyên siyasî, bi armanca 25'ê Mijdarê bang li her kesî kir ku tevlî meşa wê sibê bê lidarxistin bibin. Meş wê sibê saet 12.00'an, ji Kolana Sanatê destpê bike û heta Qada Seyid Riza berdewam bike.
SÊRT
Li Sêrtê jî bi hevkariya hevparên DOKH û KESK’ê bi dirûşma “Ji Xwişkên Mîrabel heta Sakîneyan, em li kobanê Arîn, li dijî sînor Kader in” ji Navenda Piştevaniya Jinan a Berfînê heta Navenda Kar a Kizilayê berdewam kir. Polîsan bi hinceta “ewlekariyê” astengî derxistin. Bi vî awayî hevşaredar, hevserok, rêveberên DBP û HDP’ê û gelek jin tevlî çalakiyê bûn. Jin li ber avahiya Navenda Piştevaniya Jinan a Berfînê li hev kom bûn. Di çalakiyê de li gel tundiya li hember jinan, helwesta polîsan hate şermazkirin û dirûşmên bi armanca piştevaniya têkoşîna jinan û berxwedana Kobanê hatin gotin.
AMED
Li Amedê jî di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê de ji aliyê endamên Xwendekarên Azad ên Zanîngeha Dîcleyê (DUO-DER) ve meşek hate lidarxistin. Bi hezaran xwendekar li ber Fakulteya Perwerdeyê li hev kom bûn pankarta “Şoreş bê jinan nabe, heta jin şoreş neke rizgar nabe” hate vekirin û piştre jî dirûşmên “Jin Jiyan Azadî”, “Destê dirêjî jinan dibin bila bişkên” û “Bi hezaran silav ji bo rêberê jin afirandiye” qîriyan û heta ber Salona Sporê ya Sergirtî meşiyan. Di meşê de xwendekaran li gel wêneyên xwişkên Mirabel, wêneyên jinên Kurd ên pêşeng ku di têkoşîna azadiyê ji jiyana xwe ji dest dane Sakîne Cansiz, Arîn Mîrxan, Viyan Soran hilgirtin û pankarta ku wêneyên perperîkên bi rengê xemir li ser bûn hate vekirin.
Polîsan meşa xwendekaran dorpêç kirin û hin polîs jî li ber Fakulteya Veterîneriyê hatin bicihkirin. Piştî helwesta polîsan xwendekarên din jî ders boykot kirin û tevlî çalakiyê bûn. Xwendekaran bi lêxistina erbane, tilîlî û dirûşman meşa xwe bi dawî kirin. Piştî meşê helbest hatin xwendin û govend hate gerandin. Çalakî bi govenda li ber dengê erbaneyê bi dawî bû.
KAYAPINAR
Yekîneya Jinan a Şaredariya Kayapinara Amedê jî li ber avahiya xizmetê daxuyaniyeke çapemeniyê li dar xist. Hevşaredar Fatma Arşîmet, Alîkara Hevşaredar Nesrîn Tavşan û gelek xebatkarên jin tevlî çalakiyê bûn û bang li hemû jinan kir ku tevlî çalakiyên ku wê sibê bên lidarxistin bibin. Di daxuyaniyê de hemû jin ji bo meşa li ser sînorê Kobanê-Pirsûsê vexwend.
GEVER
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê di çarçoveya çalakiya 25’ê Mijdarê de, endamên DOKH’ê li Navenda Çandê ya Avaşîn panelek bi mijara “ensest" li dar xistin. Di panelê de gelek jin amade bûn û panel bi rêzgirtinê destpê kir. Endama Meclîsa Şaredariya Geverê Reyhan Oren axivî û da diyarkirin ku ensest birîneke civakî ye û got: “Ensest pirsgirêkeke ku tê veşartin. Divê ev pirsgirêk neyê veşartin”.
Endama Piştevaniya Jinan a Sosinê Saîme Akgul Kirbaç axivî û bal kişand ser pirsgirêkên jinan. Piştre filma bi navê “Yuva” (Hêlîn) hate nîşandan
MÊRSÎN
Li Mêrsînê jî pêkhateyên DOKH’ê kursî li ber Şaredariya Akdenîzê hate danîn û li Navenda Jinan a Îştarê pêşangeh hate vekirin. Di bernameyê de hunermendên NÇM’ê Rojbîn û Xemrîmor derketin ser dikê. Di çalakiyê de şano hate nîşandan û nameya ji aliyê malbata gerîlaya PKK’ê Leyla Walî (Viyan Soran) ve hatibû şandin hate xwendin.
Piştre jinan ji jinên girtî re kart şandin.