Ji hunermenda Filistînî Reem Kelani banga alîkariya ji bo Kobanê

Ji hunermenda Filistînî Reem Kelani banga alîkariya ji bo Kobanê

Hunermenda navdar a Filistînî Reem Kelanî bang piştgirî da berxwedana Kobanê û ji rêxistinên navxweyî û bi taybet alema Îslamê xwest ku piştgirî bidin Kobanê.

Hunermenda navdar a Filistînî Reem Kelanî bi daxuyaniyekê ku li ser malperên tora civakî belav kir piştgirî da berxwedana Kobanê û ji welatên Ereb, Alema Îslamê û saziyên navneteweyî xwest ku piştgirî bidin Kobanê. Kelanî got: “Ger em îro alîkarî nedin Kobanê tişta li wir rû dide wê bê serê me jî.”

Reem Kelanî got: “Ez ji bo nîşandana piştgirî û piştevaniya xwe ya ji bo gele Kobanê li vir im. Dibe hûn bipirsin çi eleqeya Filistîniyan bi Kobanê re heye û dikarin çi bikin? Ev yek hemû gelên herêmê eleqedar dike. Hemû Ereb, Kurd, Çerkez Durzî û hemû gelên herêmê.”

NEXWEŞXANEYÊN TIRKIYEYÊ JI BO DAIŞ'Ê DIXEBITIN

Reem Kelanî helwesta dewleta Tirk û NATO ya li hemberî Kobanê şermezar kir û got: “Tirkiye ji bo Kobanê çi dike tu tiştek nake. NATO çi ji bo Kobanê dike? Tu tiştek nake. Her kes dizane ku Tirkiye destekê dide DAIŞ’ê. Hemû nexweşxaneyên taybet ên Tirkiyeyê ji bo DAIŞ’ê dixebitin. Ez bang li Tirkiyeyê dikim ku dest ji destekdayina DAIŞ’ê berde.”

Kelanî bang li NY û alema Îslamê kir û got: “Her wiha bang li NY û bi taybet jî li Ereb û Misilmana dikim ku alîkarî û piştgirî bidin gele Kobanê. Ger hûn alîkarî nedin tişta ku li Kobanê diqewime wê rojekê were serê we jî.  Ez beriya niha li Nisêbînê tevlî mihrîcaneke jinên Kurd bûm û min stran got. Tişta ku min li wê dere hîs kir min li Filistînê hîs nekir. Ez ji Xwedê dixwazim ku piştgiriyê bide gelê Kobanê, FIlistîn û hemû Rojhilata Navîn.”