Ji girtiyên PAJK'î daxuyanî

Ji girtiyên PAJK'î daxuyanî

Girtiyên ji doza PAJK'ê yên li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê, Ahmet Aslan ê di 17'ê Cotmehê de bi armanca şermezarkirina hovîtiya DAIŞ'ê li Girtîgeha Erzîromê dawî li jiyana xwe anî, bibîr anîn û gotin, "Em careke din diyar dikin ku em ji her şêwe çalakî û tevlîbûna fedaî re amade ne."

Şadiye Manat a li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê tê ragirtin, li ser navê girtiyên ji doza PAJK'ê daxuyaniyek da û Ahmet Aslan ê di 17'ê Cotmehê de bi armanca şermezarkirina hovîtiya DAIŞ'ê li Girtîgeha Erzîromê dawî li jiyana xwe anî, bibîr anî.

Manap ji malbata Aslan re sersaxî xwest û got, "Bîranîna wî wê soza me ya azadiyê be. Li gel vê soz û dilsoziyê em bang dikin ku rêhevalên me yên ciwan bidin jiyîn, di jiyanê de berxwedanê bilind bikin û bi jiyanê xwedî li nirxan derkevin. Kesayetên leheng ên xeta azadiyê, ewlekarên gelê Kurd bêguman dema pêwîst bike wê bêyî dudiliyê, ji mirinê jiyanê biafirînin, diafirînin. Lê belê divê rêhevalên me yên ciwan zanibin ku gelên wan û Rêberê wan li bendê ne ku bibin berxwedêrên dijîn, bibin pêşengên azadiyê."

Manap bal kişand ser greva birçîbûnê ya li dijî barbariya DAIŞ'ê li girtîgehan tê meşandin û got, "Em careke din diyar dikin ku em ji her şêwe çalakî û tevlîbûna fedaî re amade ne."