Ji gerîlayên YJA Starê li Mûş û Elkê çalakî

Ji gerîlayên YJA Starê li Mûş û Elkê çalakî

Di encama çalakiya gerîlayên jin ên YJA Starê ya li navçeya Elkê ya Şirnexê de leşkerek hate kuştin û di çalakiya li ser rêya Mûş û Pasûrê de du mamoste hatine binçavkirin.

Navenda Çapemeniya YJA Starê ragihand ku di encama çalakiya gerîlayên wan ya li navçeya Elkê ya Şirnexê de leşkerek hate kuştin û di çalakiya li ser rêya Mûş û Pasûrê de du mamoste hatine binçavkirin

LEŞKEREK HATE KUŞTIN

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin; “Di 22'ê Îlonê de di saet 17.00'an de li navçeya Elkê ya Şirnexê li dijî Girê Bêbolkê yê ewlekariya Fermandariya Tûgayê digire ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de leşkereke dijmin ji aliyê gerîlayên me ve hatiye kuştin.”

2 MAMOSTE HATIN BINÇAVKIRIN

Navenda Çapemeniya YJA Starê ragihand ku di çalakiya li ser rêya Mûş û Pasûrê de du mamoste hatine binçavkirin û ev agahî da; “Di 22'ê Îlonê de di navbera saet 15.00-17.00'an de di navbera Mûş û navçeya Pasûra Amedê de ji aliyê gerîlayên me ve rê hatiye kontrolkirin. Li vir nasname hatiye kontrolkirin û gel di derbarê pêvajoyê de hatiye agahdarkirin. Herweha du mamosteyên pêkanînerê polîtîkayên bişaftinêne ji aliyê gerîlayên me ve hatine binçavkirin.”